01:18 23 Hezîran 2018
metin feyzioglu

Feyzioglu: "Derbeya leşkerî pêk bihata NY mûdaxele dikir"

© Foto: AA/ Gazi Nogay
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Metin Feyzioglu ragihand ku derbeya leşkerî pêk bihata Neteweyên Yekbûyî wê mûdaxele bikira.

Navenda Nûçeyan — Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Metin Feyzioglu di hevpeyvîna xwe ya digel Nil Gulsuma rojnameya Yeni Şafakê de ragihand ku heke derbeya leşkerî pêk bihata wê li başûrê rojhilat û li rojhilatê anadoluyê dewleteke kurdî ya serbixwe ava dibû û ji bo vê jî Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî dê mûdaxeleya Tirkiyeyê bikira.

Haya qadroyên PKKê ji derbeya leşkerî hebû

Metin Feyzioglu di berdewamiya hevpeyvîna xwe de got: "Li gorî zanyariyên berdest heke hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê bi ser ketibûna jixwe haya qadroyên PKKê yên paye bilind ji mijarê hebû wê bi serhildanê dewleteke serbixwe îlan bikira û paşî ji Tirkiyeyê veqetandibûna. Piştî ragihandina dewleta kurdî li Tirkiyeyê wê şerê navxweyî derketa û Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî jî wê gengaz bimana ku mûdaxaleya Tirkiyeyê bikira."

Şerê kurd û tirkan dest pê dikir

Feyzioglu di dirêjiya axaftina xwe de got: "Piştî ragihandina dewleta kurdî li Stenbol, Enqere, Îzmîr û Muglayê şerê navxweyî dest pê dikir û paşî ev dê sîrayetî nava alevî û suniyan bikira."

Bi heman mijarî:

Yekîtiya Baroyên Tirkiyayê: 'Kujerê Elçi neyê dîtin şikber dewlet e'
Yekîtiya Baroyên Fransayê: ‘Ji ber qetilkirina Elçî em bi hêrs in'
TAYBET - Baroyên herema Kurdan çûn serdana Tahir Elçi
Erdogan: Gengaz e ku êrişa Dîlokê ji aliyê DAIŞê ve hatibe kirin
Ji Pûtîn bo Erdogan peyama sersaxiyê
Etîketan:
PKK, Hewldana derbeya leşkerî ya Tirkiyeyê, Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê, Nil Gulsum, Metin Feyzioglu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de