23:03 26 Îlon 2017
Zindî
    Li Dîlokê teqîn

    Li Dîlokê teqîn: Gelek kuştî û birîndar hene!

    © YouTube: Muhammet Halit SAYAR
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 23701

    Hat ragihandin ku li bajarê Dîlokê teqînek pêk hat û li gorî ajansa Reutersê di encamê de 8 kuştî û 60 birîndar hene.

    Dilok — Walîyê Dîlokê Ali Yerlikaya ragihand ku li navçeya Şahinbeyê ya bajarê Dilokê li saloneke dawetê teqînek pêk hat. Li gorî agahîyên ku ketine destên me êriş ji alîyê terorîstên DAIŞê ve hatiyê kirin û di encama teqînê de gelek kes hatiyê kuştin û gelek kes jî birîndar bûne. 

    Parlamenterê HDPê: Herî kêm 20 kuştî

    Parlamenterê HDPê yê Dîlokê Mahmut Toğrul ragihand ku di teqînê de 20î zedetir kesî jîyana xwe ji dest da û li ser 100î kes jî birîndar hene û agahîyên ku ketine destên me teqîn ji aliyê DAIŞê ve hatiye kirin.

    ​Li gorî ajansa Reutersê di encama teqînê de 8 kesan jîyana xwe ji dest danê û herî kêm 60 kes jî birîndar bûne û êriş jî DAIŞê kiriye. Hat ragihandin ku gellek ambûlans ji bo cihê bûyerê hatine vugestin.

    Parlamenterê AKPê: DAIŞê kiriye

    Ji alîye dî vê parlamenterê AKPê yê Dîlokê Şamîl Tayar jî got: "Li gorî agahîyên ku ketine destên me êriş ji aliyê DAIŞê ve pêk hatiye."

    Herwiha li gorî agahîyên Şamîl Tayar herî kêm 100 birîndar bûne û di wan birîndaran de gelek kes jî bi giranî birîndarin. 

    Walîyê Dîlokê Alî Yerlikaya jî got di encama teqînê de gelek kes birîndar bûne

    ​​Parlamenterê CHPê: 13 kesan jîyana xwe ji dest dane

    Parlamenterê CHPê yê Dîlokê Mehmet Gökdağ dîyar kir ku di encama teqînê de 13 kesan jîyana xwe ji dest dane û sedî zedetir kes jî birîndar hene.

     

    Agahî tên…

     

    Bi heman mijarî:

    Dozgerî: Navenda DAIŞê ya li Tirkiyeyê Dîlok e
    DAIŞ: Armanca me ya sereke êrîşên li Dîlok, Kilîs, Nizîp û Karkamişê ne
    Rûsya: Dîlok bûye navenda dan û standina DAIŞê ya berhemên dîrokî
    Li Amed, Dêrsim, Dîlok û Stenbolê 46 kes hatin girtin
    DÎLOK - Alîgirên DAIŞê Komkujîya Parisê pîroz kirin
    Etîketan:
    encam, birîndar, teqîn, Ali Yerlikaya, dîlok, tirkiiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de