09:50 21 Îlon 2017
Zindî
    Heyetên HDP û AKPê ji bo pêvajoya çareseriyê

    Gelo pêvajoya çareseriyê dê dîsa dest pê bike?

    © Foto: AA/Arşîv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 83 0 0

    Vê dema dawî dîsa şer û pevçûn li Tirkiyeyê bi giştî û bi taybetî li bajarên kurdan di navbera PKK û Artêşa Tirkiyeyê de gurtir bûne û her ku diçin girantir jî dibin dibin. Lê piştî daxuyaniya KCK û hinek gavên hikûmetê Pirsa” gelo dibe pêvajoya çareseriyê dîsa dest pê bike” derket holê.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Rûdawê, betalkirina yasayên derbarê guhertina statûyên bajarên Şirnex û Colemêrgê û betalkirina yasaya bicîkirina qeyûman a li şûna şaredaran ji bo hevdîtin û diyalogan bûn hêviyek.

    HDP dixwaze ku demildest alî vegerin proseyê.

    Lê belê hikûmet dibêje da ku ev yek pêk were divê PKK misoger dest ji çekan berde û hêzên xwe bikişîne derveyî sînor.

    Rûdawê derbarê vê meseleyê bi Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Muslum Doganî re axiviye û yê dawî jî wiha diaxive:

    "Bê gûman e ku aliyên çekdar dê dawiyê vegerin ser pêvajoyê. Ev lihevkirina li parlamentoyê jî ji bo diyalogê fersendek e. Kêşeya Kurd bi tundûtijiyê çareser nabe. Tekane rê û rêgez naskirina mafên demokratîk ên Kurdan e. Em jî ji bo aşitiyê amade ne ku berpirsiyariyên xwe bînin cî."

    Rayedarên hikûmetê jî ji bo vegera pêvajoya çareseriyê ti nîşaneyan nîşan nadin.

    AK Partî dibêje eger PKK dest ji çekan berde û hêzên xwe bikêşe dersînor vegera li pêvajoyê dê pêkan be.

    Ji aliyekî din ve, Serokê Têkiliyên Civakî yê AK Partiyê Mazhar Bagli jî wiha got: "Tirkiye ji berê de ewil dibêje ku du şertên me hene. Ewê ewil bêşert û şûrt çekên xwe berdin. Lê belê ewa din jî her kesê xwe yê çekdar ji hundirî Tirkiyê derxin."

    Pêvajoya çareseriyê di Berfanbara 2012an de dest pê kiribû û nêzikî 2 salan berdewam kiribû.

     

     

    Bi heman mijarî:

    YEyê bangî Tirkiyeyê kir: Li pêvajoya çareseriyê vegere
    Ensarioglu: "Pêvajoya çareseriyê bi dawî nebûye"
    Salih Muslim ji Tirkiyeyê re: "Ji bo pêvajoya çareseriyê çi pêwîst be, em amade ne"
    Mercên Hikûmeta tirk û PKKê ji bo pêvajoya çareseriyê
    Davutoglu: ‘Li Kobaniyê şer derket û min pêvajoya çareseriyê betal kir’
    Barzanî: ‘Ji xeynî pêvajoya çareseriyê tu rê li ber Tirkiye û PKKê tune ye'
    Etîketan:
    pêvajoya çareseriyê, KCK, AKP, PKK, Muslum Dogan, Mazhar Bagli, Colemêrg, Şirnex, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de