08:45 23 Îlon 2017
Zindî
    Helîkopter

    Helîkoptereke Tirkiyeyê derbasî sînorê Rojavayê bû

    © Foto: RT Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 42402

    Hat ragihandin ku helîkopterek Tirkiyeyê îro danê êvarê li herêma Serê Kaniya Serxetê sînor derbas kir û di ser Serê Kaniya Binxetê re firiya.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên ajansa ANHAyê ku vedigerîne çavkaniyên herêmî, hat ragihandin ku helîkopterek tîpa Kobra ya Tirkiyeyê îro saet derdora 18.10an de li herêma Til Xenzirê ya girêdayî bajarê Serê Kaniyê yê Kantona Cizîrê sînor derbas kir. Helikopter piştî ku carekê di ser bajarê Serêkaniyê re firiya dîsa derbasî sînorê Tirkiyeyê bû.

    Ji aliyekî din ve, ti daxuyanî ji aliyê Artêşa Tirkiyeyê li ser vê bûyerê nehatiye dayîn.

    Bi heman mijarî:

    Tirkiye êrişa xwe ya ser Rojava didomîne: 2 kuştî
    Tirkiye nehîşt şandeya Rojava beşdarî kongreya HDPê bibe
    Tirkiye li Rojava êrîşî baregehên YPGê dike
    Tirkiye li sînorê Rojava xendekan dikole
    Etîketan:
    helîkopter, Artêşa Tirkiyeyê, Kantona Cizîrê, Serê Kaniya Binxetê, Serê Kaniya Serxetê, Rojava, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de