04:16 21 Îlon 2017
Zindî
    DAIŞ

    Medyakarekî iraqî hat kuştin û dudo birîndar bûn

    © REUTERS/ Ali Hashisho
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Çavkaniyeke ewlekariya Iraqê îro ji Sputnikê re ragihand ku di dema rizgarkirina Cezîret El-Xalidiyeyê de xebatkarekî medyayê hatiye kuştin û nûçegihan û wênegirekî şerî jî birîndar bûne.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku endazyarê weşana zindî ya kanala E-‘hedê ya herêmî Elî Hisên Xenî di dema weşandina operasyona rizgarkirina Cezîret El-Xalidiyeyê de hat kuştin.

    Herwiha heman çavkaniyê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin ragihand ku nûçegihanê şerî Mîsem El-Amirî û wênegirê pê re jî ku herdû yên heman kanalê ne, li heman cihî birîndar bûne.

    Ji aliyekî din ve, meha borî wênegirê televizyonê yê bi navê Elî Sena'ayê hat kuştin û pêşkêşvanekî navdar jî di dema weşandina operasyonan de birîndar bûye.

    Bi heman mijarî:

    Polêsan bi ser mala rojnamevan Ragip Zarakolu de girt
    Zarokên Sûriyeyî dixwazin bibin rojnamevan
    CRA: 10 rojnamevan hatin kuştin, 24 rojnamevan jî hatin girtin
    TGDP: Li Tirkiyê 34 rojnamevan girtî ne
    PENa Kurd: Bila her sê rojnamevan serbest bên berdan
    Rojnamevan tirkî ji RTyê re got:'Alîkariya DAIŞê min bi çavê xwe dît'
    Etîketan:
    wênegir, rojnamevan, Elî Hisên Xenî, Mîsem El-Amirî, Cezîret El-Xalidiye, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de