10:27 20 Îlon 2017
Zindî
    PKK - HPG - KCK - YJA Star

    KCK: Heke ku dewleta tirk gavê bavêje di yek mehê de pirsgirêk çareser dibin

    © Foto: ANF
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 23710

    KCK derbarê çareserkirina pirsgirêka kurd de diyar kir ku heke dewleta tirk gavê bavêje wê di yek mehê de pirsgirêk çareser bibin. KCK aşkere dike ku şandek ji parlamena Tirkiyê pêk tê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bîne wê ew jî tiştên dikevin ser milên xwe pêk bînin.

    Navenda Nûçeyan — Hevserokatiya Desteya Rêvebiriya KCK bi daxuyaniyekê aşkere kir ku di demên dawî de hin dewlet, hin saziyên navdewletî, hin rêxistinên Herêma Kurdistanê û yên li Tirkiyê û HDP bangewaziya vegera li guftûgoyan li wan dikin. KCK derbarê van bangewaziyan de daxuyaniyek nivîskî belav kir. Li gorî nûçeya ANFê, KCK dibêje ku agirbestên heta niha ji hêla rêxistina wan ve hatine ragihandin, ji hêla AKPê ve weke amûrekê bikar aniye û ji bo berdewamiya desthilatdariya xwe lê nêriye. Ji ber vê jî ragihandina agirbestekê ji hêla KCKê ve weke berdewamkirina neçareseriyê dinirxîne.

    'HEKE ÇARESERÎ PÊK NEYÊ GELÊ KURD ÇARESERIYA XWE ÇÊDIKE'

    Daxuyaniya KCKê balê dikişîne ser bûyerên di demên dawî de qewimîne û dibêje ku divê dewleta tirk gavê bavêje. Daxuyaniya KCKê wiha berdewam dike: "Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd dewleta tirk e ku divê gavê bavêje. Heke ku desthilatdarî pirsgirêka kurd çareser nekin, gelê kurd wê bi hêza xwe ya birêxistinkirî, hewl bide ku çareseriya xwe biafirîne û heta ku jiyana azad û demokratîk avabike, bedelê wê çi bin bila bibin wê têkoşîna xwe berdewam bike. Di vê dema neçareseriya pirsgirêka kurd de ti kes divê ne li bende helwesteke cuda be ku gelê kurd û Tevgera Azadiyê bavêje. Lê dewleta tirk ne bixwe ji bo çareseriyê gavan tavêje ne jî tehemulê nîşan dide ku kurd bi xwe çareseriya xwe pêk bîne."

    'ME JI NEÇARÎ DEST BI ŞER KIR'

    KCK balê dikişîne ser şerê berdewam dike û dibêje ku "Me ji ber bêçareseriya pirsgirêka kurd ji neçarî dest bi şer kiriye. Dîrokê jî nîşan daye ku li Tirkiyê çareseriya pirsgirêka kurd, tenê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd çêdibe ku di çareseriya pirsgirêkê de rolekî gelekî girîng dilîze." Di vê qonaxê de KCK destnîşan dike ku heke dewleta tirk û hikûmeta AKPê polîtîkayek çareseriyê pêş bixin, wê pirsgirêka kurd di mehekê de çareser bibe û wê aştî were Tirkiyê.

    'TERCÎHA ME ÇARESERIYA SIYASÎ YE'

    Daxuyaniya KCKê wiha berdewam dike: "Em weke Tevgera Azadiyê, tercîha me ji çareseriya siyasî ya demokratîk e. Xuya ye ku em ê di vê mijarê de her cûre fedakariyê jî bikin. Lê ji bo vî tiştî divê helwesteke hikûmet û dewletê pêwîste ku divê agirbestan neke amûr." KCK diyar dike ku heta mijara amûrkirinê ji rojevê dernekeve bila ti kes ne li bendebe ku ew agirbestê ragihînin.

    'DIVÊ BI OCALAN RE HEVDÎTİN PÊK WERIN'

    KCK dixwaze ji bo vî tiştî şandek ji parlamenê bi Ocalan re hevdîtinê bike û biryara destpêkirina gotûbêjên çareseriyê bide ku di nava vê şandê de HDP jî hebe. Dîsa desthilatdariya AKPê nîşan bide ku vîna wê ya çareseriya pirsgirêka kurd heye. Herwiha KCK dibêje ku divê AKP ji bo gelên Tirkiyê ragihîne ku ew li vê vînê xwedî derdikeve û bihêle ku Ocalan di serî de bi rêxistina xwe re û bi saziyên sivîl, partiyên siyasî re hevdîtinan bike. Di vê astê de KCK diyar dike ku piştî van tiştan ew ê tiştên dikeve ser milê xwe bi her awayî pêk bînin.

    Bi heman mijarî:

    Bayik û Hozat dîsa bûn hevsekorên KCKê
    Hevseroka KCKê Hozat:'Em ê çalakiyên xwe zêde bikin'
    KCKê bangî gel kir: Li dijî polîtkayên îstimlakê serî hildin
    KCKê bersiva Erdogan û Davutoglu da: "Kurd ticarî nebûne welatiyên Tirkiyeyê"
    KCKê bersiva Amerîkayê da:'Navcîtiya PKKê û Tirkiyeyê bike'
    Etîketan:
    çareseriya pirgirêka Kurd, HDP, dewleta tirk, hikûmeta AKPê, Hevserokatiya Desteya Rêvebiriya KCKê, Abdullah Ocalan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de