22:29 24 Îlon 2017
Zindî
    Nurî El Malikî

    Malikî: Beşdarbûna Heşdî Şeibî di operasyona Mûsilê de giring e

    © AP Photo/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 23 0 0

    Serokê Hevalbendiya Dewleta Qanûnê ya Iraqê Nûrî Malikî îro ragihand ku beşdarbûna Heşdî Şeibî di operasyona rizgarkirina Mûsilê de giring e, bi taybetî piştî îsbat kir ku dikare bi piştgiriya hêzên ewlehiyê bajaran rizgar bike.

    Bexda — Nivîsgeha Hevalbendiya Dewleta Qanûnê ya Iraqê daxuyaniyek weşand û tê de ragihand ku Malikî pêşwaziya endamên helmeta Şehdî Baqir Hekîmî kir ta ku piştgiriyê bidin Heşdî Şeibî yên girêdayî Hevalbendiya Dewleta Qanûnê li parêzgeha Besrayê.

    Herwiha daxuyaniyê bang kir ku xebat zêde bibin ta piştgiriya Heşdî Şeibî berdewam bike ku kariye gelek dever ji terorîstan paqij bike.

    Ji aliyekî din ve, daxuyaniyê derbarê beşdarbûna Heşdî Şeibî di operasyona Mûsilê de wiha dewam kir: "Bangî her kesî dikin ku piştgiriya Heştî Şeibî bikin û alî wê bikin û li dijî wan komployan bisekinin ku hewl didin rê li ber beşdarbûna wê di operasyonê de bigirin."

    Di dawiya daxuyaniyê de Malikî wiha ragihand: "Beşdarbûna Heşdî Şeibî di operasyona rizgarkirina Mûsilê de giring e, bi taybetî piştî îsbat kir ku dikare bi piştgiriya hêzên ewlehiyê bajaran rizgar bike.

    Bi heman mijarî:

    “Malikî soza xweseriyê ji bo Silêmaniyê da YNK-Goranê”
    Nûrî Malikî: Êrîş encameke xwezayî ya derîvekirina li ber terorîstan e
    Malikî: Em dijî referandûma serxwebûnê ne
    Malikî: ‘Bila kurd ji Bexdayê bên derxistin'
    Malikî: Îdama Şêx Nemir dê dawiya we bîne
    Sedr, gef li Nûrî Malikî û Heşda Şebî xwarin
    Etîketan:
    operasyona Mûsilê, Heşdî Şeidî, Hevalbendiya Dewleta Qanûnê ya Iraqê, Nûrî Malikî, Mûsil, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de