14:02 26 Îlon 2017
Zindî
    Alaya YPG

    YPGê ji bo Hesekê daxuyaniyeke duyem da

    AFP 2016/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 21930

    YPGê daxuyaniyeke nû ji bo Hesekê weşand û tê de bangî gelî kir ku piştgiriya wan wek hêzên meşrû bigire li dijî rejîmê û teqez kir ku ew hêzên serbixwe ne û ti têkiliyên wan bi aliyên din ên Kurdistanî tine. Herwiha YPGê teqez kir ku ew ê vê carê bi tundî bersivê bidin.

    Qamişlo - Piştî bûyerên bajarê Hesekê ku berî 3 rojan di navbera hêzên rejîmê û YPGê de dest pê kiribû û di encamê de gelek kesan jiyana xwe ji dest dabû û gelekên din birîndar bûbûn û gelek xanî jî wêran bûbûn, Fermandariya Giştî ya Hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyekeduyem weşand.

    "YPGÊ NE GIRÊDAYÎ TI ALIYÊN KURDISTANÎ YE LÊ SERBIXWE YE"

    Fermandariya Giştî ya Hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek weşand û tê de rejîma Sûriyeyê di gotin û kiryarên xwe de şiband bi dewleta Tirkiyeyê û wiha dewam kir: "Rejîma Baasê ya Sûriyeyê rastiyan xwar bike û bi awayekî berbiçav bi mentiqê dewleta Tirkiyeyê diaxive ku em bi girêdana û pabendiya hinek aliyên din ên Kurdistanî tawanbar kirin li gel ku baş dizane em serbixwe ne û ti têkiliyên me bi wan re tine ne".

    YPGê di berdewamiya daxuyaniya xwe de teqez kir ku berî niha jî rejîma Sûriyeyê berî niha jî bajarê Hesekê pêşkêşî DAIŞê kiribû lê YPGê bajar parast ku wî karî wek erkekî ji xwe re dibîne.

    "EV KIRYARÊN REJÎMÊ LI GORÎ BERJEWNDIYÊN HÊZÊN HERÊMÎ TÊN KIRIN"

    Herwiha YPGê bal kişand ser dema van bûyeran ku bi ajendeyên metirsdar ên herêmî ve girêdayî ne û wiha got: "Di dema ku hêzên me li eniyên pêşî li dijî DAIŞê şer dikir, rejîm û bermayiyên wî wek DAIŞê hewl da ku fitne û gelaciyê di navbera pêkhateyên bajarî de derxîne ta ku istiqrarê têk bibe û ev kiryar jî ji bo berjewndiyên hêzên herêmî pêk anîn."

    "REJÎMÊ DEVERÊN SIVÎL KIRIN ARAMNC"

    Ji aliyekî din ve, YPGê diyar dike rejîmê bi xeder êrîşî taxên sivîlan, hinek deverên wan ên rahênana leşkerî, dadgehên sivîl kir û wiha pê de çû: "Rejîmê roja yekê bi 11 dever kirin armanc û bi balafiran lê xist û bi sedan top bi awayekî ketobero bi ser taxên sivîlan de barandin ku bi sedan sivîl birîndar û şehîd bûn û gelek xanî bi ser niştîcihên xwe de hatin xwarê".

    "VÊ CARÊ DÊ BÊ HESAB NEMÎNE"

    YPGê teqez kir ku Sûriyeyê şerê Minbic û Şedadê bi kar anî ku tê de rûyê rasteqîn ê wê derket, û wiha dewam kir: "Lê belê em ticarî qebûl nakin ku ev yek bê bersiv û hesab derbas bibe. Em bang li hemû hêzên aktîv ên herêmê dikin ku helwesta xwe li hemberî van kiryarên rejîmê nîşan bidin."
    Herwiha YPGê diyar kir, li gel ku berî niha jî gelek caran rejîmê kiryarên acizker û provakatîv kirine jî lê wan ji bo ewlehiya sivîlan bersivên tund nedabûn lê êdî rejîm di reftar û kiryarên xwe de gihiştiye astekê ku ew ê nikaribin bêdeng bimînin.

    Di dawiya daxuyaniyê de YPGê bangî hemû pêhateyên herêmê dike ku piştgiriya wan bikin ta ku li dijî rejîmê derkevin.

    Bi heman mijarî:

    HESEKÊ - YPGê bi hêzek mezin berê xwe da şer!
    Li Hesekê şerekî dijwar: Balafiran navenda YPGê bombebaran kir - 36 kuştî
    Li Hesekê şerê navbera şervanên kurd û leşkerên rejîmê didome
    Di pevçûnên Hesekê de 14 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin
    Li Hesekê şer: 1 jê endamê asayîş 2 birîndar (TÊ NÛKIRIN)
    Hêzên rejîmê û yên Asayişê li Hesekê şer kirin
    Li Hesekê hejmara kuştiyan gihişte 28an
    Ji bo êrişa terorî li bajarê Hesekê 3 roja şîn
    Etîketan:
    şerê Hesekê, Rejîma Baasê, rejîma Sûriyeyê, YPG, Kurdistan, Sûriye, Minbic, Şedadê, Hesekê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de