13:57 26 Îlon 2017
Zindî
    Hakan Fîdan Recep Teyîp Erdogan

    'Me Başbûg girt dora Fîdan e'

    © Foto: AA/ Kayhan Özer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Îtirafkarê bi nasnavê ‘Korkut' ku di operasyonên FETOyê de bû şahidê dizî diyar kir ku di civînên sohbetê de dihate gotin; "Heke ku Serfermandar tê girtin, çima şêwirmendê MITê neyê girtin" û piştî wê hevdîtinên Osloyê hatin belavkirin.

    Navenda Nûçeyan — Di îdianameya ji hêla Serdozgerê Komarî yê Bakirkoyê Omer Faruk Aydiner ve hatiye amadekirin de, ji bo dozgerên kevin Zekeriya Oz, Celal Kara û Mehmet Yuzgeç cezayê girtinê yê muebet ê giran tê xwestin. Di îdianameyê de gelek îfadeyên şahid û şahidên dizî cî digirin.

    Di îdianameyê de îfadeyên şahidê dizî ‘Korkut' jî hene ku demekê li Edeneyê di lijneya mutewelî de cî girtiye. Korkut îdia kiriye ku tiliya FETOyê di belavkirina hevdîtinên Osloyê de heye.

    ‘JI BO ÇI ŞÊWIRMENDÊ MITÊ NEYÊ GIRTIN'

    Li gorî nûçeya rojnameya Yeni Şafakê, Korkut gotiye ku wî di sala 1999ê de rêxistin nas kiriye û piştî 2008ê jî di nava lijneya mutewelî ya Edeneyê de cî girtiye. Korkut îdia dike ku beriya belavkirina hevdîtinên Osloyê, di civîneke mutewelî de Şêwirmendê MITê Hakan Fidan hatiye hedefgirtin.

    Li gorî Korkut di vê civînê de hatiye gotin ku ‘Heke ku Serfermandar tê girtin, çima şêwirmendê MITê neyê girtin'.

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê operasyona FETOyê: 2 Cîgirên Walî û Qeymeqamek hatin girtin
    Li Serokwezîriyê operasyona FETOyê: 18 kes hatin desteserkirin
    Li Zanîngeha Stenbolê operasyona FETOyê: 44 akademîsyen hatin desteserkirin
    Li dijî zavayê Kadir Topbaş operasyona FETOyê
    Li dijî karsazên nêzî FETOyê operasyon: 187 kes hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Hevdîtinên Osloyê, Serfermandarê Artêşa Tirkiyê, Rojnameya Yenî Şafakê, MIT, FETO, İlker Başbug, Hakan Fidan, 'Korkut', Mehmet Yuzgeç, Celal Kara, Zekeriya Oz, Omer Faruk Aydiner, Stenbol, Bakirkoy, Edene
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de