14:35 22 Îlon 2017
Zindî
    Talîban

    Talîbanê bajarê Hanabadê bidestxist

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1410

    Talîban li herêma Kûndûzê ya Efxanîstanê dest bi êrîşan kir û di encamê de bajarê Hanabadê bi dest xist.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên ku ajansa APê ji yek rêveberên herêmî yê bi navê Mûhamedûllah Bahec bidest xistiye hat diyar kirin ku Talîbanê bi çend aliyan de dest bi êrîşê kir û bi vî awayî bajarê Hanabadê bi dest xist. Heman çavkanî dest nîşan kir ku artêşa Efxanîstanê xwe amade dike ku operasyonê li dijî Talîbanê lidar bixe.

    Li gel vê yekê Talîbanê jî daxuyand ku wan di vê êrîşê de gelek çek û teçhîzatên leşkerî bi dest xistine.

    Herwiha tê zanîn ku rêxisitna Talîbanê sala borî bajarê Kûndûzê bidest xistibû lê artêşa Efxanîstanê di demek kurt de ew bajar şûnde girtibû. Artêşa Efxanîstanê ji 34 herêmên Efxanîstanê li 15 herêman bi Talîban re şer dike û tê gotin ku li Efxanîstanê her ku diçe bandora DAIŞê jî zêde dibe.

    Bi heman mijarî:

    Li Efxanîstanê operasyon: 21 milîtanên Talîbanê hatin kuştin
    Rûsya: Jiyana pîlotê Rûs ê li Efxanîstanê dîl hat girtin, ne di xetereyê de ye
    Li Efxanîstanê helîkoptereke Pakîstanê ket
    Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Carter çû Efxanîstanê
    Rûsya: DAIŞ, li Efxanîstanê hemwelatiyên rûsî perwerde dike
    Etîketan:
    bidestxistin, bajar, êrîş, operasyon, Artêşa Efxanîstanê, Ajansa APê, Talîban, Hanabad, Kunduz, Efxanîstan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de