03:21 23 Îlon 2017
Zindî
    Umranê sûriyeyî ku li bajarê Helebê ji enqazê avahiyekê hat derxistin bû sembola wêraniya şerê li Sûriyeyê

    UNICEF: Li Helebê ji sed hezarî zêdetir zarokên mîna Umran hene

    © REUTERS/ Medya Civakî
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Rêvebirê UNICEFê Anthony Lake diyar kir ku li Helebê ji sed hezaran zêdetir zarokên mîna Umranê ku ji binê xopanê hate xelaskirin hene.

    Navenda nûçeyan — Lake di daxuyaniya xwe ya nivîskî de eşkere kir ku wêneyê Umranê 5 salî bala hemû cîhanê kêşa serxwe û diyar kir ku îro li Helebê ji sed hezaran zêdetir zarokên mîna Umranê ku ji binê xopanê hate rizgarkirin heye.
    Lake destnîşan kir ku divê mirov bi wan zarokan re empatiyê deyne lewra ew îro êş û zilmeke gelekî mezin dibînin, divê pêşî li şer bê girtin.
    Berdevkê Wezareta Parastina Rûsyayê Îgor Konaşenkov jî eşkere kir ku mala ku Umra jê sax filitî ne bi balafiran, bi bombe an jî bi nepoxên gazê hatiye rûxandin.

    Konaşenkov bi vê yekê îdiayên ku êrişa taxa El Qaterjiyê ya ku di 17ê Tebaxê de hate kirin û di encamê de rûxandineke mezin pêk hat, ji aliyê Rûsyayê hatiye kirin derewand.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Em amade ne “navebereke mirovî” li Helebê bidin
    Li Helebê di navbera Artêşa Sûriyeyê û El Nûsrayê de şerekî dijwar diqewime
    Şerê Helebê
    Ji Neteweyên Yekbûyî hişyariya bajarê Helebê
    Şoygu: ‘Rûsya û Amerîka gelek nêzîn li Helebê operasyonek hevkar pêk bînin'
    Almanya bo Helebê pêşniyariya korîdora hewayî kir
    Etîketan:
    jiyana şer, hilweşîn, şer, sivîl, zarok, balafir, umran daknes, sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de