00:34 13 Kanûn 2017
Zindî
    Alaya Sûriyeyê

    Rûsya: Li Sûriyeyê 9 herêmên din jî tevlî agirbestê bûn

    © AP Photo/ Diaa Hadid
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku 9 herêmên din yên li bajarên Lazkiye, Suveyda û Hemayê ligel nûnerên xwe beşdarî agirbestê bûne. Hejmara hermên ku tevlî agirbestê bûn jî gihişte 438an.

    Navenda nûçeyan - Li gorî daxuyaniya malpera fermî ya Wezareta Parastina Rûsyayê, agirbesta Sûriyeyê di nava 24 satemn dawî de 8 caran hatiye xerabkirin û çekdarên girêdayî komên cîhadîst bi çekên giran êrişî ser baregehên Artêşa Sûriyeyê yên nêzî Çiyayî Ebû Elî kirine.

    Herwiha di daxuyaniyê de hate gotin ku terorîstên girêdayî DAIŞ û El Nûsrayê jî, wargehên li Lazkiye, Heleb û Şamê û korîdorên alîkariya mirovî jî bombebaran dikin.

    Ji aliyê din ve hate ragihandin ku bi qasî tonek alîkariya mirovî bo malbatên herêma El Şûatliyê hatiye şandin. Alîkarî bi rêya balafira Abakan Air ya girêdayî Rêhewaya Rûsî ve hatiye şandin.
    Herwiha ji bo sivîlên herêma Deyr ez Zorê ya din bin dorpêça DAIŞê de ye jî 21 ton alîkarî hatiye şandin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Hejmara herêmên beşdarê agirbestê bûn, gihîşt 383ya
    Rûsya: Hejmara herêmên beşdarê agirbestê bûn gihîşt 368a
    Li Sûriyeyê herêmên ku tevlî agirbestê bûn gihîşte 356an
    Rûsya: Hejmara herêmên beşdarî agirbestê bû 310
    Hejmarê herêmên Sûriyeyê yên beşdarî agirbestê bûn 188
    Rûsya: "Hejmara herêmên ku tevlî agirbestê bûn gihîşte 183an"
    Etîketan:
    deyr ez zor, agirbest, el nûsra, daiş, wezareta parastina rûsî, sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de