08:43 22 Hezîran 2018
Leşkerên Tirk

Li Agirîyê şer: 3 leşker birîndar bûn û PKKyiyekî jiyana xwe ji dest da

© Foto : AA / Mesut Varol
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Hat ragihandin ku li Agirîyê di navbera hêzên PKKê û hÊzên dewleta Tirkiye de şer derket û di encamê de endemekî PKK jîyana xwe ji dest da û 3 leşker jî birîndar bûn.

Colemêrg
© Foto : AA/ Yılmaz Kazandıoğlu
Agirî - Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Walîtiya Agiriyê hatiye kirin,  di dema operasyona li zozanê Sînekê ya ku li dijî PKKyiyan ve dihate kirin de pevçûn derketiye. Di encama pevçûnê de 3 leşker birînda bûn û PKKyiyek jî jiyana xwe ji dest daye.

Leşkerekî ku rewşa wî giran yê li Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê  bû,  firokeyê şandin  Erzîromê. Leşkerên birîndar bo dermankirinê rakirin Nxweşxaneya Lêkolînê ya Yakutiye ya Zanîngeha Ataturkê.

Operasyona li herêmê ya li dijî PKKyiyan hêj berdewam dike.

Etîketan:
zozanê sînekê, agirî, pkk, hêzên tirk, şer, operasyon, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de