09:36 12 Kanûn 2017
Zindî
    Balafirên şer ên Amerîkayê di nava Hêzên Hevpeyman de

    Amerîka ji bo piştgiriya YPGê balafirên şer şand Hesekeyê

    © AFP 2017/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 50

    Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) ragihand ku Amerîka ji bo piştgirî bide hêzên YPGê balafirên şer şandine bajarê Hesekeyê ya Rojava

    Navenda Nûçeyan — Pentagonê daxuyand ku wan ew balafirên şer ji bo alîkariya hêzên Yekîneya Parasyina Gel (YPG) şandine bajarê Hesekeyê.

    Berdevkê Pentagonê Jeff Davis diyar kir ku Hêzên Hevpeyman, Amerîka pêşengiya wê dike, balafirên şer ji bo piştgiriya hêzên kurd şandine, ku bi şêwirmendên amerîkî yên li Sûriyê re kar dikin û balafirên şer ên Artêşa Sûriyê wan dikin armanc.

    Jeff Davis eşkere kir ku ev biryar bi pêkanîna piştevaniya ji hêzên hevpeyman hatiye standin.

    YPG
    © Foto: AFP 2015/ DELIL SOULEIMAN
    Herwiha navborî destnîşan kir ku balafirên şer ên Amerîkayê roja pênşemê çend êrişên esmanî li derdora bajarê Hesekê pêk anîtine û di encama êrişan de tu kes birîndar jî nebûne.

    Li bajarê Hesekê ya Rojava di navbera Hêzên Asatişa Rojava ku bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve girêdaye û hêzên Artêşa Sûriyê û Hêzên Berevaniya Niştîmanî yên girêdayî hikûmetê de ev 3 rojên şer û pevçûn derketine.

    Ew 2 roj in ku balafirên Artêşa Sûriyê taxên bajarê Hesekê yên bin kontrola YPGê de bombebaran dikin.

    Bi heman mijarî:

    HESEKE - 7 şervanên YPGê û 28 endamên DAIŞê hatin kuştin
    Heseke- Şerê kolanan
    YPGê li Hesekeyê hin cihên di bin kontrola rejimê de bûn bidestxistin
    Li Hesekeyê teqîn: ‘Kuştî û gelek jî birîndar hene'
    Etîketan:
    heseke, alîkarî, balafir, YPG, Jeff Davis, Amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de