02:09 19 Hezîran 2018
Nivîskar Asli Erdogan

Nivîskar Asli Erdagan hate girtin

© Foto : aslierdogan.com
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Nivîskar û Endama Lijneya Şêwira Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Asli Erdogan ku polêsan avêtibûn ser mala wê û hatibû desteserkirin bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin.

Stenbol — Li gorî nûçeya IMC Tvyê nivîskar û Endama Lijneya Şêwira Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê Asli Erdogan bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar hatibû kirin.

Di 16ê Tebaxê de biryara girtina rojnameya Ozgur Gundemê hatibû dayîn û piştre jî polêsan avêtibûn ser avahiya rojnameyê û mala nivîskar Asli Erdogan.

​Polêsan avêtin ser mala Asli Erdogan û li vir wê desteser kirin û biribûn Midûryeta Ewlehiya Navçeya Esenlera Stenbolê û li vir îfadeya wê hatibû girtin.

Li vir ji Erdogan bi sucên ‘Propagandaya rêxistinê', ‘Endamtiya rêxistinê' û ‘Gel sorkirin' hate sucdarkirin û nivîsên wê yên rojnameyê jê hatin pirsîn.

Hinceta desteserkirina Asli Erdogan nivîsên wê yên di rojnameyê û endamê lijneya weşanê ya rojnameyê hate nîşandin. Herwiha nivîskar Erdogan hate girtin.

Bi heman mijarî:

Ozgur Gundem: Heke rojname bê girtin em ê bi navekî din berdewam bikin
Rojnameya Ozgur Gundemê bi manşeta 'Em ê serî netewînin' li bayiyan e
Polîsan nehişt rojnameya Ozgur Gundemê bê belavkirin
Dadgehê rojnameya Ozgur Gundemê girt
Etîketan:
sewq, rojname, biryar, Ozgur Gundem, polês, girtin, dadgeh, Asli Erdogan, Tirkiya, Stenbol
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de