23:15 24 Hezîran 2018
Hesekê

PDK-S ji bo YPGê banga piştgiriyê kir

© AFP 2018 /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê –Sûriyeyê bangî gelê Rojavayê kir ku piştgitiya YPG/HSD li dijî êrîşên rejîmê li bajarê Hesekê bikin.

Navenda Nûçeyan — PDK-S di daxuyaniyeke nivîskî de êrîşên rejîm Sûriyeyê li ser Hesekê şermezar kirin û ragihan dku ev kiryarên rejîmê li Hesekê hewldana tolhildana têkçûna DAIŞê li Minbicê ye.

Herwiha komîteya navendî ya PDK-Sê wiha dewam kir: "Balafirên rejîma Baasê di 19,08,2016an de bajarê Hesekê bombebaran kir. Ji serê bûyerên Sûriyeyê û heta niha ev cara pêşî ye ku rejîm navneda Asayîşê, taxa Til Hecerî û cihên sivîlan bombebaran dike".

Di berdewamiya daxuyaniyê de PDK-Sê wiha dewam kir: "Em wek Partiya Demokrat a Kurdistanê —Sûriyeyê, êrîşên rejîma Baasê yên hovane li ser gelê me şermezar dikin. Em bangî hemû gelê Rojavayê dikin ku ji bo bergirtina li êrîşên neyaran û belavkirina serkeftinên me, pişta YPG/YPJ û HSDê bikin".

Bi heman mijarî:

PDK-S: 'Divê tevahî partiyên kurd piştgiriyê bidin berxwedana gelê li Bakur'
PDK-S: 'Kongreya Rimêlanê dê federaliyê ji bo kurdan qebûl bike'
Asayîşa Rojavayê 5 berpirsyarên PDK-Sê girtin
ENKS: PYDê bi xwe êrîşî nivîsgeha PDK-Sê ya Girgê Legê kiriye
Nivîsgeha PDK-Sê li Amûdê hat talankirin
Rayedarê PDK-Sê yê Efrînê: 'Li vir jiyan pir dijwar e'
Para PDK-Sê û dema kongreya ENKSê diyar bû
Etîketan:
şerê Hesekê, YPJ, YPG, PDK-S, Sûriye, Rojava, Hesekê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de