09:13 25 Hezîran 2018
Kampa penaberan

Li Dîlokê destdirêjî li pitika 9 mehî hat kirin

© REUTERS / Mohamed Azakir
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Piştî ku bi dehan zarokên Sûriyeyî li kampa Nizip û Îslahiyeyê tûşî tecawizê hatin. Vê carê jî pitikeke 9 mehî li Dîlokê tûşî tecawizê hat.

Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku li navçeya Îslahiyeyê pitikeke sûriyeyî 9 mehî tûşî tecawizê bûn.

Li gorî nûçeya Huseyin Şimşekî ya BirGunê, Tecawiz li pitika malbata ku ji Sûriyeyê reviyaye Îslahiyeya Dîlokê hatiye kirin. Ew malbat Li wê derê bi destheqê xwe rojane paleyê dike. Dayika pitikê li nav zeviyê ji xwe re konekî vedigirin û pitika xwe li wir dihêle. Dayik ji bo li pitika xwe binere diçe bin konî lê wê dîmena erjeng dibîne.

Piştî wê dayik fêm dike ku tecawiz li pitika wê bûye, wê dibe nexweşxaneyê û li wê derê bijîşk jî tekez dikin ku pitik tûşî tecawizê hatiye.

Hat ragihandin ku polîs û cendirme ji bo girtina tawanbarî lêpirsîn daye destpêkirin.

Bi heman mijarî:

Mêran di meha hezîranê de destdirêjî li 47 zarokên keç kiriye
Serokê Baroya Dîlokê:'Li kampên penaberan destdirêjî tê kirin'
Heke Tirkiye bibe endamê YE wê destdirêjî zêde bibe
Sûriye: Davûdoglu destdirêjî kir
Etîketan:
rewşa penaberan li Tirkiyeyê, penaber, pitik, tecawiz, Huseyin Şimşek, Îslahiye, Dîlok, Nizip
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de