15:06 23 Hezîran 2018
Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik

Cemîl Bayik: Em amadene li gel Mesud Barzani kom bibin

© Foto: ANF
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 20

Hevserokê KCKê Cemîl Bayik diyar kir ku ew amadene ji bo çareseriya pirsgirêkên di navbera partiyên kurdan de li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kom bibin.

Navenda Nûçeyan — Hevserokê KCKê Cemîl Bayik di gotûbêja xwe ya di gel televizyona NRT yê de derbarê têkiliyên di navbera wan û partiyên Herêma Kurdistanê de peyam da. Bayik diyar kir ku nakokiyên wan ên bi YNKê, Goran û partiyên Îslamî re ji yên bi PDKê re kêmtir in û ew amadene ku li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kom bibin.

Nirxandina Bayik wiha ye: "Em weke KCK amadene ji bo çareserkirina nakokiyên navberî partî kurdî digel Mesûd Barzanî kom bibin."

Bayik herwiha derbarê endamên HPGê yên li Şengalê jî got: "Gerilayên HPGê derbasî Şengalê bûn û kurdên êzîdî parastin. Eger gerîla neçûbana Şengalê niha pêşmerge jî li Şengalê nebûna." Cemîl Bayik gotinên ‘Bila gerilayên HPGê ji Şengalê derkevin' weke bêwijdanî nirxand û ji bo pirsa ku ‘Gelo wê PKK Qendîlê vala bike û li Şengalê bicî bibe?' jî wiha got: "Mijareke bi vî rengî nîne û bi ti awayekî PKK Qendîlê bernade."

Bi heman mijarî:

Cemîl Bayik: Bicihkirina koçberan li bajarên Kurdan nayê qebûlkirin
Cemîl Bayik Erdogan şiband Enwer Paşa
Cemîl Bayik: ji Rûsyayê çek ji me re nayên
Cemîl Bayik bangî CHPê kir:'Em bi hev re dawiyê li faşîzma AKPê bînin'
Erdogan bersiva Cemîl Bayik da: ‘Em ketin lan û jêrzemîna we!'
Etîketan:
Êzidî, gerîla, Goran, NTR TV, YNK, Herêma Kurdistanê, PDK, PKK, KCK, HPG, mesûd Barzanî, Cemîl Bayik, Qendîl, Şengal
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de