04:21 16 Kanûn 2017
Zindî
    Koçberên Sûriyeyê

    Kurdên Xûteyê! Kî dê wan ji reşeyên mirinê rizgar bike?

    © AFP 2017/ ROBERT ATANASOVSKI
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Kurd ji mêj de li Şam û derdora wê ne dijîn ku rojnamevana bi navê Cîhan Elo ya rojnameya Kurdistan a mehane raportek derbara kurdên Xûteya Rojhilatî ay Şamê de amade kir ku tê de behsa rewşa wan ya dijwar dike bê çawa li wê derê birçî û tî asê mane û li hêviya mirinê ne.

    Navenda Nûçeyan — Kurdan gelek deverên Şama Sûriyeyê ji xwe re kirin cih û war ku hinek ji wan mezin bûn û hinek biçûk bûn. Gundewarê Xûteya Rojilatî ya Şamê yek ji wan e ku 40 malên kurdên bajarên Qamişlo, Kobanî, Efrîn û çend

    bajarên din li wê derê bi cih bûne. Kurd li wê derê karên cûr bi cûr dikin û pêwendiyên wan bi bajarên Rojavayê re heta sala 2013an dewam kiribû ku şer giran bû û têkilî qut bûn.

    Cîhan Elo ji rojnameya mehane ya Kurdistan ku li Rojavayê tê weşandin, derbarê kurdên wê deverê de dosyayeke amade kiriye ku tê de behsa rewşa wan kurdan wiha tê kirin: "Xwepêşandan, sergirtin, girtinên ketober ya ciwanên kurd, gelek kes di girtîgehan de şehîd ketin."

    Rojnamevana kurd di berdewamiya nivîsa xwe de diyar dike ku gelek ji wan neçar man biçin Rojavayê, hinek biçin deverên din ên Şamê û hinek ji wan jî koçberî Tirkiyeyê bûne.

    KURDÊN ASÊMAYÎ

    Raport diyar dike ku ji wan 40 malbatan tenê 6 malbat ji ber sedemên cû bi cûr li wê deverê mane ku hinek ji wan sedeman ev in: "Malbatek derneket ji ber kurê wan ji neçarî tev li Artêşa Azad bû piştî ku ya dawî zor lê kir, îca ew nexwest kurê xwe bihêle û derkevin.Yekî nexwestiye mal û milkê xwe bihêle ku Seîd Hemo wiha dibêje, ‘ milkê min keda min a 40 salî ye û ji xwe cihekî din tine ku li gel zarokên xwe biçimê. Hinek derneg man û êdî qenas li her derê ne û nikarin ji wir derkevin".

    HINEK KOMÊN KURDAN DIREVÎNIN

    Eloyê diyar dike ku piştî sala 2014an Artêşa Azad bû komên rêxistinê îslamîst ên tundrew ku piraniya endamên wan ji Xûteya Şamê ne. Wan koman dest bi dizî, revandin, kuştin û desterserkirinê kiriye û herwiha nakokiyên olî û mezhebî di xelkê de çandine.

    Sûriye
    © AP Photo/ Bassem Tellawi
    Ji aliyekî din ve, derbarê revandin û kuştinê de Eloyê diyar dike ku El-Nusrayê du kurdên bi navê Siltan Şêxanî û Ebdo Hicîko yê Efrînî bi alîkariyê niştîcihên deverê hatibûn revandin û piştî êşkencekirinê bi awayekî hovane hatibûn kuştin ji ber ku wan herduyan qebûl nekiribû tev li wan rêxistinan bibin.

    BÊHNA XÛTEYÊ DIÇIKE

    Herwiha raport behsa hindê dike ku çend malbat li Xûteyê man ji ber di salên 2014-2015an de rewş êdî gelekî xerab bûbû û ti kes nedikarî derkeve lê raport diyar dike ku ji bo silametiya wan navên wan nadin.

    Ji aliyekî din ve, raport balê dikişîne ser wê ku derman tine ne, alîkarî kêm tên û ava paqij tine ku zilamek wiha diaxive: "Jinên me neçar man ku nanî ji cehî lêxin û şînahiyê bikelînin lê ew me têr nake û em hestî û çerm mane ku ez

    nikarin rabim ser pêyan".

    HUNEK ALÎKARÎ DIGIHÊN Û HINEK NAGIHÊN
    Eloyê dıyar dıke ku xizm û mirovên wan kesên li Xûteyê li deverên din ên Şamê, Ewropa û Tirkiyeyê hene ku alîkariyê madî ji wan re dişînin lê ew alîkarî carinan digihê û carinan nagihê.

    Raport di dawiyê de dipirse bê gelo dê çarenûsa van kurdan çi be? Bê ji birçîna dê bimirin an bi bombeyan.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: ‘Tu pirsgirêkên me bi kurdan re tunene'
    SÛRIYE- Şer li nêzîkî Çiyayê Kurdan diqewime
    Ilham Ehmed: Tirkiye li dijî kurdan nêzîkî Sûriyeyê dibe
    De Mistura: Hinek asteng li pêşiya beşdarbûna kurdan di gotûbêjên Sûriyeyê de hene.
    Rûsya: Kêşeya Sûriyeyê bê kurdan nayê çareserkirin
    Amerika: "Em li Sûriyeyê alîkariya dewleta kurdan nakin"
    Esad: "Federasyon ji bo Sûriyeyê ne fikireke baş e û fikira kurdan xerab e"
    Etîketan:
    kurd, Artêşa Azad, Cîhan Elo, Ewropa, Tirkiye, Xûte, Şam, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de