17:58 13 Kanûn 2017
Zindî
    Nurettin Canikli

    Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Canîklî: Bi dewleta Sûriyê re dê têkilî bên pêşxistin

    © Foto: AA/ Eyüp Elevülü
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Nurettin Canikli got ku di rojên pêş de wê derfet ji bo pêşxistina têkiliyên aborî yên di navbera Tirkiyê û Sûriyê de çêbibin û wê ev têkilî bi dewlet û gelê Sûriyê re çêbibe.

    Navenda Nûçeyan — Canikli ji Reutersê re axivî û wiha got:

    *Di rojên pêş de wê derfet çêbibin ku ji bo pêşxistina têkiliyên aborî yên bi Sûriyê re. Ev têkilî wê bi gel û dewleta Sûriyê re çêbibe.

    *Em ne li bendene ku Ficht puanên me bixîne, ji berk u rewşeke ji bo vî tiştî nîne.

    *Pêvajoya restorasyona aborî ya Tirkiye-Rûsyayê wê bileztir çêbibe, fînans jî di nav de wê di tevahiya qadan de têkilî pêşbikevin.

    *Em di OVPê de nafikirin ku revizyonê çêbikin, hedefa me ya sedî 4.5 hîna jî derbas dibe.

    *Derbarê reqemên mezinbûna sêyemîn beşa salê de ji ber 15ê Tîrmehê hin paşvekişandin wê hebin lê dîsa jî wê telafîkirin di demeke kurt de çêbibe.

    John Kirby
    © AP Photo/ Manuel Balce Ceneta
    *Bêyî ku biryareke zorlêker bistînin em ê pêşî li rikberiya zêde ya faîza mewdûat a bankeyan bigirin, em bi bankeyan re diaxivin.

    *Di binyada darayî ya şîrketên ji ber lêpirsîna FETOyê dest danîne ser xerabûn çênabe, di xebatên wan de tengasî çênabin.

    *Krediyên di demên berê de ji bo saziyên bi FETOyê re têkildarin hatine dayin ne reqemên wisa ne ku sektora bankavaniya têxe zorê.

    *Pêvajoya tesfiyeya Bank Asyayê di sektora bankavaniya beşdarî de neyêniyê dernaxe, piyaseyan ji xwe ev kirine.

    Bi heman mijarî:

    Canikli û Zeybekçi diçin Moskovayê
    Serokomariya Tirkiyê:Em dixwazin bi Rûsyayê re çareseriyekê ji bo krîza Sûriyê bibînin
    Perînçek: Kesên qedirgiran di navbera Tirkiyê û Sûriyê de ne
    ‘Rûsya li Rojhilata Navîn hevsengiyê dê ji ser Sûriyê re çêbike'
    Sûriye: Tirkiye bila Îran û Rûsyayê guhdar bike
    ‘Tirkiye dikare Baregeha Încîrlîkê ji Rûsyayê re veke'
    Etîketan:
    têkilî, Ficht, FETO, Reuters, Nurettin Canikli, Rûsya, Tirkiye, Sûriyê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de