23:28 24 Hezîran 2018
YPG

YPG li dijî sê aliyan şer dike

© Foto : AFP 2015/ DELIL SOULEIMAN
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Şervanên YPG û Asayîşê bajarê Hesekê, li taxa Neşwaya rojhilatî ya bajarê Hesekê daye zanîn ku çekdarên Hizbullah û Îranê alî rejîma Baasê û hêzên bi ser ve dikin û ew li dijî hevalbendiyeke sêalî şer dikin.

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya ku di malpera ANHAyê, endamê hêzên Asayîşê Rewan Hesekê got ku li taxa Neşwayê şer giran e û wiha axivî: " Em şerê Hizbullah û leşkerên Îranê (alîgirên rejîma Baasê) dikin.

Herwiha Rewanî wiha bang li gelê herêmê kir:" Bila gelê me bi me bawer be, em ê heta dilopa xwîna xwe ya dawî şer bikin. Em ê bajarê Hesekê ji rêjîma Baas û alîgirên wê rizgar bikin."

Ji aliyê din ve, şervanê YPGê yê ereb Cîhad Mihemed ji niştecihên taxa El-Zihûrê ye. Cîhad ev tişt anî ziman:" Em ji bo azadiya bajarê Hesekê şer dikin. Heta rêjîma Baas û alîgirên xwe di bajar de bin, rewşa bajar asayî nabe."

Cîhad got ku rejîmê taxên sivîlan topbaran kirin, malên welatiyan rûxandin û wiha dewam kir:" Çawa em ê li hember van kiryarên hov ên rêjîma Baasê bêçare bimînin. Em tu carî paş ve naçin. Hemû pêkhateyên bajarê Hesekê yên kurd, ereb û suryan yekdest in."

Endamê hêzên asayîşê Xidir Elî yê ji pêkhateya ereb da zanîn ku rêjîma Baas hewl dide tevlîheviyan di navbera pêkhateyên herêmê de derbixe û wiha dom kir:" Em li Hesekê şer dikin da em bajêr ji zulma rêjîma Baasê rizgar bikin."

Şervanê bi navê Hogir Hesekê yê ku bi doçikayê şer dike rewşa şerî wiha nirxand:" Em li taxa Neşwa Şerqî ne, rewşa me baş e. Em bi pêş ve diçin. Me tu qurbanî nedaye. Lê bi dehan kuştiyên rêjîma Baasê hene."

 

Bi heman mijarî:

ENKS bangî civata navdewletî kir: Fişarê li Esadî bikin ta li Hesekê nexîne
Rewşa dawî ya Hesekê: "Leşkerên rejime xwe radestî YPGê dikin"
HESEKÊ - YPGê bi hêzek mezin berê xwe da şer!
Li Hesekê şerekî dijwar: Balafiran navenda YPGê bombebaran kir - 36 kuştî
Li Hesekê şerê navbera şervanên kurd û leşkerên rejîmê didome
Di pevçûnên Hesekê de 14 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin
Etîketan:
şerê Hesekê, Asayîşa Hesekê, YPG, Hogir Hesekê, Xidir Elî, Cîhad Mihemed, Rewan Hesekê, Neşwa Şerqî, El-Zihûrê, Hesekê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de