10:17 13 Kanûn 2017
Zindî
    YPG

    YPGê li Hesekeyê hin cihên di bin kontrola rejimê de bûn bidestxistin

    © AFP 2017/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Şer û pêvçûnên di navbera hêzên rejimê û YPGê li bbajarê Hesekeyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Balafirên Artêşa Sûriyayê çeperên Hêzên YPGê bombebaran dikin. Berdevkê Asayîşa Rojava ku girêdayê YPGê ye ji Sputnikê re axivî û ragihand ku YPGê hin noqteyan bidestxistine.

    Heseke — Li gorî zanyariyên ku hatin bidestxistin, şer û pevçûnên li bajarê Heseke ku ev 3 rojên dewam dikin ji danê nîvro de dijwartir bûne. Hate diyarkirin ku balafirên rejimê operasyonên hewayî pêk anîtine. Şer niha li taxên Neşwa Şerkî, Nexweşxaneya Îsam Bexde û Mesakîn dewam dike û sivîlên wan taxan ji ber şer taxê diterikînin.

    ‘YPG LI HEMBERÎ BALAFIRAN ŞER DIKE'

    Li gorî agahiyan Artêşa Sûriyayê di şer de top û çekên giran bikar tîne û cara ewile ku li hemberî YPGê balafirên rejimê hatin bikaranîn. Hate destnîşankirin ku balafirên şer çeperên YPG, Navenda Hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD) û navenda Hêzên Asayîşa Rojava bombebaran dikin.

    Berdevkê Asayîşa Rojava ku girêdayê YPGê ye Malik Hesekî ji Sputnikê pevçûnên li bajêr nirxand û got: ‘Şerê li taxa Neşwa, herêma Setkop, herêma Mazot û Kolana Pazarê dewam dike. Heta niha di şer de 12 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 27 kes jî birîndar bûne. Ji Hêzên Asayîşê 2 şervan, ji YPGê jî şervanek jiyana xwe ji dest dane. Dûh balafiran li taxa Ezîziyeyê malek bombebaran kirin û di encamê de 6 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Îro jî ji saet 14:30an balafiran dîsa dest bi bombebaranê kirin.'

    ‘80 KES MIRIN'

    Hate eşkere kirin ku Hêzên Yekîneya Parastina Gel (YPG) hin herêmên ku di bin kotrola Artêşa Sûriyayê de bûne bidestxistiye. Berdevk da zanîn ku YPG li taxa Weranê jî herêma Îktîsad Camê û Sema Weran çend cihên din bidestxistine.

    Herwiha berdevkê Asayîşê diyar kir ku ji hêzên rejimê 80 kes hatine kuştin û hin kesan jî sax girtine.

    Bi heman mijarî:

    Li Kantona Efrînê Rewşa Awarte hat ragihandin
    Heseke- Şerê kolanan
    Li Hesekeyê teqîn: ‘Kuştî û gelek jî birîndar hene'
    Etîketan:
    kontrol, herêm, birîndar, mirî, sivîl, tax, bombebaran, balafir, rejim, YPG, pevçûn, şer, Ajansa Sputnikê, Malik Hesekî, Heseke, Sûriya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de