01:36 14 Kanûn 2017
Zindî
    Cizîr, Sibata 2016an

    ’Siyaseta xendeqan gelê kurd muhtacî dewleta tirk kir’’

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Nivîskar û lêkolîner Seîd Veroj got: ‘’ ’Bajarên kurdan vala bûn û ji bo nanekî û girtina çend qirûşan kurd çûn ketin lepên dewleta tirk. Em dikarin bêjin siyaseta xendeqan gelê kurd muhtacî dewleta tirk kir.’’

    Omer Faruk Baran

    Amed — Tevî ku şerê Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) û hêzên dewleta Tirkiyeyê li bajarê kurdan bi dawî bû jî bandora wî şerê ku bi qasî salekê ajot dewam dike. Li navçe û navendên wek Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Şirnexê dewleta tirk her çiqas ragihandibû ku operasyon bi dawî bûne jî qedexeya derketina derve û hilweşandina avahiyan li van cîhan hêj didome.

    Di heyema qedexeya derketina derve de li Sûrê ji 6 taxan qada 10 hektaran bi erdê re hat dûzkirin; 33 jê bi tescîl 832 avahî hatin hilweşandin. Herî dawî, Hevşaredarê Şirnexê Serhat Kadirhan diyar kir ku ji %70ê avahiyên Şirnexê dê werin hilweşandin û ew jî tê wê wateyê ku 40 hezar kes dê bê mal bimînin. Nifûsa Şirnexê 64 hezar e û li gorî raporta GOÇ-DERê ji %98ê niştecihên Şirnexê ji neçariyê Şirnex terk kiriye.

    KURDAN NEXWESTIN ŞERÊ HEVDU BIKIN

    Nivîskar û lêkolîner Seîd Veroj li ser encama şerê li nav navçe û bajarên kurdan ji Sputnik Kurdistanê re axivî.

    Veroj diyar kir ku ji serê sêrî de gelê kurd li dijî xendeqan bû û wiha axivî: ‘'Dema ciwanên YPSê li pêş malên xelkê dest bi kolandina xendeqan kir, xelk ne razî bû. Xwestin bertekan nîşan bidin asas lê nexwestin rabin şerê hevdu bikin. Ji dêvla şerkirinê gotin ‘Nalet were' û rabûn malên xwe terk kirin. Eger gel ev siyaseta xendeqan biecibanda û qebûl bikira wê li pişt xendeqan bisekiniya û wê li ber xwe bida. Ev cîhên ku HDP ji %85-90 deng girtibû giş vala bûn, piştgiriya siyaseta xendeqan nekirin.''

    HEJMARA MIRIYAN 1 BE JÎ GIRÎNG E

    YPSê meha borî bi daxuyaniyeke nivîskî bîlançoya şerê salekê eşkere kiribû û tê de ragihandibû ku li bajarên kurdan ‘'363 şervanên YPSê û 298 sivîl şehîd ketine''

    Veroj li ser vê daxuyaniyê got: ‘'Li ser hejmara miriyan siyaset jixwe tiştekî xelet e. Ez bi daxuyaniyên wisa jî bawer nakim. Lê 360 kes be jî ne hindik e û pir girîng e, 5 hezar be jî, hejmara miriyan yek be jî pir girîng e. Ev encama siyaseteke şaş bû. Bes em baş dizanin, aliyê dewleta tirk jî aliyê PKKê jî her tim reqeman çawa tê hesabê wan bi wî awayî pêşkeş dikin.''

    XENDEQAN GEL MUHTACÎ DEWLETÊ KIR

    Di dawiya axaftina xwe de Veroj destnîşan kir ‘'Bajarên kurdan vala bûn û ji bo nanekî û girtina çend qurişan kurd çûn ketin lepên dewleta tirk. Em dikarin bêjin siyaseta xendeqan gelê kurd muhtacî dewleta tirk kir. Xendeq siyaseta PKKê bû û HDPê jî piştgiriya vê siyasetê kir. Herdu jî şaş bûn. Encama hemû navçeyan xuya ye, divê ji serî de dev ji vê siyaseta şaş berdena.''

     

    Bi heman mijarî:

    Pêşnûmeya qanûnê hat qebûlkirin: Cizîr û Gever dibin navend
    Kiliçdaroglu : Bila Gever û Cizîr bibin parêzgeh
    Gever û Cizîr dibine wîlayet
    Wezaretê gelek taxên Cizîr û Hezexê weke ‘cihên bi xetere' ragihand
    Di navbera Cizîr û Silopiyayê de teqîn
    Erdogan: Bila Cizîr û Gever bibin parêzgeh
    Rûsya: 'Dewleta tirk li Cizîr û Sûrê wehşetek kir'
    Sariyildiz: ‘Cizîr kampa naziyan e, dewlet delîlên sûc ji holê radike’
    Etîketan:
    bajarên kurdan, xendeq, PKK, HDP, YPS, GOÇ-DER, Amed, Tirkiye, Sûr, Şirnex, Cizîr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de