03:37 14 Kanûn 2017
Zindî
    HSDê fotografên reva DAIŞê ya ji Minbicê belav kir

    HSDê fotografên reva DAIŞê ya ji Minbicê belav kir

    © Foto: Twitter
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    HSDê fotografên di dema reva DAIŞê ya ji bajarê Minbicê de hatine kişandin belav kir. Li gorî van fotografan DAIŞî ji bo parastina xwe sivîl weke mertal bikar anîne û wan li her dû aliyên kerwanê bicî kirine.

    Navenda Nûçeyan — Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê piştî rizgarkirina bajêr, aşkere kiribûn ku komeke DAIŞî hin sivîl jî bixwe re birine û reviyane. Di daxuyaniya her dû rêxistinan de jî dihate diyarkirin ku ji ber sivîl bi wan re bûn, hêzên wan mudaxeleyî DAIŞê nekirine. Dîsa berdevkê hevpeymana navdewletî Christopher Garverî jî di heman çarçoveyê de daxuyaniyek dabû. Derbarê vê bûyerê de HSDê li ser hesabê xwe yê Twitterê hin fotoğraf belav kir.

    Fotograf ji hewa ve hatine kişandin û di wan de kerwana DAIŞê tê dîtin ku sivîl ji xwe re weke mertal bikar tînin. Li gorî van fotografan DAIŞê sivîl neçar hiştine ku li her dû aliyên wesayitan kom bibin û bi wan re bimeşin.

    Bi heman mijarî:

    HSDê ewlekariya Minbicê radestî Meclîsa Leşkerî kir
    DAIŞê sivîl kirin mertalên zindî û wiha ji Minbicê reviya
    Salih Muslim: Di reva DAIŞê ya Minbicê de rola DYAyê nîne
    Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Ji ber sivîlan me rê da DAIŞê
    YPG bajarê Minbicê ji mayinan paqij dike
    Gundekî din ê Minbicê hat rizgarkirin
    Etîketan:
    fotograf, sivîl, Hêzên hevpeymana navdewletî, DAIŞ, Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, HSD, Christopher Garver, Minbic
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de