15:02 25 Hezîran 2018
Teqîna Midûriyeta Ewlehî ya Elazîzê

Wezîrê Tirkiyeyê: Teqîna Elezîzê êrîşeke xwekujî bû

© Foto : AA/ Bestami Bodruk
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Hundirê yê Tirkiyeyê Efkan Ala ragihand ku teqîna li Elezîzê bi kamyonekê pêk hat, encama êrîşeke xwekujî bû.

Navenda Nûçeyan — Wezirê Hundir ya Tirkiyeyê Efkan Ala di hevpyevîneke televizyona Tirkiyeyê NTVê de, bersiva pirsyara bê ka gelo "teqîna Elezîzê êrîşeke xwekuj bû yan na" da û got:

"Erê ew êrîşeke xwekuj bû ku bi kampyoneke bombebarkirî hat kirin. 3 polîsan jiyana xwe ji dest da û 115 jê polîs, 217 kes jî birîndar bûn ku 83 ji wan li nexweşxaneyê ne û rewşa yekî ji wan giran e. Kesek li parêzgeheke dinniha hatiye destserkirin. Êdî zelal bû bê PKK navgîn çawa biriye û aniye. Istixbarat hatibû stendin ku wê bê xwe biteqîne lê navgîna bi wê plakayê nehatiye lê ev hatiye û xwe teqandiye. Ji rêyeke din hatiye, me mufetişeke peywirdar kiriye ku lê bikolin bê çawa hatiye."

Ji aliyekî din ve, HPGê berpirsyariya xwe li ser teqînê ragihand û diyar kir 105 polîs hatine kuştin û 155 jî birîndar bûne.

Bi heman mijarî:

Avahiya HDPê ya Elazîzê rastî êrişê hat
Li nêzî avahiya Midûriyeta Polêsan a Elazîzê teqîn: 3 kuştî ji 217 birîndar
Di rêya Dêrsim û Elazîzê de teqîn:3 leşker hatin kuştin û 1 jî birîndar bû
Li Silopiyayê êrîş
Li Colemêrgê êrîş: 3 leşker birîndar bûn
Li Serdeştê êrîş li navenda polîsan hat kirin
Etîketan:
çalakiyên PKKê li Ezîzê, teqîna elezîzê, polîs, HPG, PKK, NTV, Efkan Ala, Tirkiye, Elezîz
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de