15:03 12 Kanûn 2017
Zindî
    li hemberî Midûriyeta Emniyeta Elezîzê êrîşa bombeyî pêk hat

    HPGê berpirsiyariya çalakiya Elezîzê girte serxwe

    © REUTERS/ İhlas Haber Ajansı/ Kamilcan Kılıç
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    HPGê teqîna li Elezîzê girte serxwe û îdia kir ku di encama teqînê de 105 polîs hatine kuştin, 155 polîs jî birîndar bûne.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya ANFê, HPGê di daxuyaniya xwe de gotiye ku endamê wan ê bi navê Kamil (Kawa) Çelebi bi nasnav Çekdar Mahir Serbest bi wesayitê êrîş biriye ser avahiya Midûriyeta Elezîzê. Di daxuyaniya HPGê de hatiye diyarkirin ku endamê wan ji Mêrdînê ye û ji bo ‘balê bikişîne tecrîda li ser Abdullah Ocalan' û bûyerên dawî yên li bajarên kurdan ev çalakî lidar xistiye.

    Di berdewamiya daxuyaniyê de HPG îdia dike ku di nava avahiyê de di navbera 300 û 350 polîs hebûn. Dîsa di nava wan de sîxurên taybet ên bi ser Serokwezaretiya Tirkiyê ve girêdayî di heman ciyî de bûn. Daxuyanî destnîşan dike ku di encama teqînê de 105 polîs hatine kuştin, 155 polîs jî birîndar bûne.

    Heman teqîn buye sedem ku 140 wesayitên sivîl ên emniyetê, 6 wesayitên bizirx û 12 otobisên polîsan bişewitin.

     

    Bi heman mijarî:

    Avahiya HDPê ya Elazîzê rastî êrişê hat
    HDPê li ser teqînên Wan û Elezîzê daxuyanî da
    Li Bedlîsê teqîn: 6 leşker û cerdevanek mirin 7 leşker jî birîndar bûn
    HAT NÛKIRIN-Li Wanê teqîn: 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 40 kes birîndar bûn
    Li navçeya Şemzînanê hin dever wek herêma ewlehiya taybet hat ragihandin
    Etîketan:
    sîxurên taybet, polîs, bombe, teqîn, Serokwezaretiya Tirkiyê, ANF, HPG, Abdullah Ocalan, Çekdar Mahir Serbest, Kamil (Kawa) Çelebi, Mêrdîn, Elezîz
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de