08:29 13 Kanûn 2017
Zindî
    ENKS

    ENKS bangî civata navdewletî kir: Fişarê li Esadî bikin ta li Hesekê nexîne

    © Foto: K24
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûriyeyê daxuyaniyek weşand û tê de bangî civata navdewletî kir ku fişarê li Esadî bike ta bajarê Hesekê bi topan û balafiran bombebaran neke. Herwiha ENKSê bang kir ku pêşmerge derbas bibin.

    Navenda Nûçeyan - ENKSê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ev 48 saet in, bajarê Hesekê bi top û balafiran tên bombebarankirin û wiha dewam dike: "Ev şer ji ber nakokiyekê di navbera hêzên Asayîşê û hêzên girêdayî rejîmê derketiye û di encamên de bi dehan welatiyên sivîl birîndar bûn û şehîd ketin. Herwiha gelek kes neçar mane koçberî deverên kurdî yên bakur bûne".

    Herwiha di daxuyaniyê de ev êrîş êrîş şermezar kirin û bangî herdû aliyan kir ku zûka şerî rawestînin û wiha got: "Em bangî gelê kurd dikin ku heta ji wan were xwe ragirin û malên xwe nehêlin û deverên kurdî vala nekin."

    Ji aliyekî din ve, ENKSê teqeziyê li ser giringiya yekrêziya gelê kurd dike û wiha dibêje: "Divê hêzên pêşmergeyên Kurdistanê(Hêza Roj) bi hevkarî û rêkeftin li gel aliyên berpirsyar ji parastina hemû pêkhateyên ereb, kurd, keldan, aşûr û siryan."

    Bi heman mijarî:

    HESEKÊ - YPGê bi hêzek mezin berê xwe da şer!
    Li Hesekê şerekî dijwar: Balafiran navenda YPGê bombebaran kir - 36 kuştî
    Li Hesekê şerê navbera şervanên kurd û leşkerên rejîmê didome
    Di pevçûnên Hesekê de 14 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin
    Li Hesekê şer: 1 jê endamê asayîş 2 birîndar (TÊ NÛKIRIN)
    Hêzên rejîmê û yên Asayişê li Hesekê şer kirin
    Li Hesekê hejmara kuştiyan gihişte 28an
    Etîketan:
    şerê Hesekê, Asayîş, pêşmerge, ENKS, Sûriye, Kurdistan, Rojava, Hesekê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de