20:10 14 Kanûn 2017
Zindî
    9ê Adarê sala 2010 Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad û Serokwezîrê demê Recep Tayyip Erdogan li Stenbolê piştî civînekê derketin pêşberî kamêreyan

    FLAŞ ÎDIA - "Erdogan û Beşar Esad bi hev re axivîne"

    © AFP 2017/ IBRAHIM USTA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Endamê Rêvebiriya TEV-DEMê Aldar Xelîl îdia kir ku li gorî hin zanyariyên bidest xistine Erdogan û Esad beriya bi du rojan bi telefonê bi hev re axivîne.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya malpera BasNûçeyê, Endamê Rêvebiriya TEV-DEMê Aldar Xelîl got ku li Sûriyê qonexeke din a şerê Sûriyê destpê kiriye. Xelîl di nirxandina xwe de diyar kir ku, rejîma Sûriyê ji pêşketani YPGê û hêzên kurd gelekî aciz e. Nirxandina Xalîl wiha ye: "Rejim ji pêşketina kurdan aciz e. bi taybetî piştî rizgarbûna Minbicê nerazîbûneke zêde bi rejîmê re çêbû. Rejim li ser wê yeke difikire ku êdî ew herêm dê careke din bi dest nexe."

    ‘BERİYA SÊ ROJAN AGAHIYEK JI ME HAT'

    Aldar Xelîl li ser îdiayên ku rejîma Sûriyê û Tirkiyê li dijî PYDê lihevkirine ev agahî da: "Beriya bi sê rojan agahiyek ji me re hat. Me bihîst ku Erdogan û Beşar Esad bi telefonê bi hev re axivîne. Me ew yek tekez nekir. Lê bele ew îşaret hene k udi navbera wan de hevpeymanek hebe. Ev yek ne dûr e. Ev şer jî îşareta wê konsepta nû be".

    Bi heman mijarî:

    Esad: Erdogan derbeyê ji bo polîtîkayên xwe yên tundrew bi kar tîne
    Esad: Erdogan bi behaneya hewldana derbeyê wê dijberên xwe tesfiye bike
    Medya almanî: ‘Erdogan ne bi DAIŞ û Esad re, bi kurdan re şer dike'
    Erdogan: 'Rûsya û Îran piştgirîye didin Beşar Esad'
    Etîketan:
    hevdîtin, BasNûçe, TEV-DEM, YPG, PYD, Aldar Xelîl, Beşar Esad, Recep Tayyip Erdogan, Minbic, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de