00:39 13 Kanûn 2017
Zindî
    Zanîngeha Stenbolê

    Li Zanîngeha Stenbolê operasyona FETOyê: 44 akademîsyen hatin desteserkirin

    © Foto: Wikipedia
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Zanîngeha Stenbolê li dijî FETOyê operasyon hatin lidarxistin û div an operasyonan de 44 akademîsyen hatin desteserkirin. Di çarçoveya lêpirsîna li Konyayê tê meşandin de rektorê berê yê Zanîngeha Selçûkê Prof. Dr. Hakki Gokbel jî di nav de di derbarê 84 akademîsyenan de biryara desteserkirinê hat dayîn.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsîn a ku Serdozgeriya Stenbolê li dijî FETOyê dimeşîne de di derbarê 62 akademîsyenên Zanîngeha Stenbolê de biryara desteserkirinê hat dayîn. Li ser vê biryarê tîmên polîsan li Zanîngeha Stenbolê operasyon lidarxist û di van operasyonan de 44 bersûc ku di nava wan de profesör jî hene, hatin desteserkirin.

    Tê zanîn ku di 20ê Tîrmehê de li Zanîngeha Stenbolê 95 akademîsyen ji kar hatibûn dûrxistin, di 25ê Tîrmehê de jî 31 akademîsyen bi daxwaza Serdozgeriya Stenbolê hatibûn desteserkirin. Herwiha hat diyar kirin ku li Konyayê jî di çarçoveya lêpirsîn a li dijî FETOyê de di derbarê 84 akademîsyenêm Zanîngeha Selçûkê de biryara desteserkirinê hat dayîn û ji wan 29 akademîsyen hatin girtin.

    Bi heman mijarî:

    Li Izmirê operasyona FETOyê: 51 polês hatin desteserkirin
    Li Îmraliyê 3 leşker hatin desteserkirin
    Li 6 bajaran operasyon - Gelek kes hatin desteserkirin
    Li GATAyê operasyon: 98 kes hatin desteserkirin
    Akademîsyenê Ateîst û Marksîst jî ji doza FETOyê hate desteserkirin
    Etîketan:
    biryar, akademîsyen, desteserkirin, lidarxistin, operasyon, FETO, Zanîngeha Selçûkê, Zanîngeha Stenbolê, Serdozgeriya Stenbolê, Hakki Gokbel, Konya, Stenbol
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de