15:13 12 Kanûn 2017
Zindî
    Silopya-Şirnex

    GOÇ-DER: Hema hema tevahiyê Şirnexiyan hatine koçkirin

    © Ruptly. Omer Farûk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şaxa GOÇ-DER a Amedê di derbarê Şirnexê de raporek amade kir û di raporê de bal kişand ser ku ji ber êrîşên hêzên dewletê nêzî 64 hezar kesên li bajêr, hema hema bi tevahî bi darê zorê hatine koçkirin Di raporê de hat dest nîşan kirin ku welatiyên ku naxwazin an nikarin bajarê xwe biterikînin di bin şert 3u mercên zor de di konan de dijîn.

    Navenda Nûçeyan — Şaxa GOÇ-DER a Amedê encama lêkolînên xwe yên ku di 10 Tebaxê de li Şirnexê kirine, li avahiya xwe wek raporekê bi civîneke çapemeniyê ragihand. Di civînê de Hevserokê Şaxa GOÇ-DER a Amedê Yilmaz Kan daxuyand ku ji 14ê Adarê vir ve 64 hezar însanên ku li Şirnexê dijîn, ji ber operasyonan bi darê zorê hatine koç kirin.

    Yilmaz Kan li gorî agahiyên herêmê da zanîn ku di dema operasyonan de 86 sivîlan jiyana xwe ji dest daye û got "li gorî xebatên hatine kirin niha bi awayekî lez pêwistî bi 2 hezar konan heye û di demek nêzîk de dibe ku ev hejmar derkeve 5 hezaran."

    Hevserokê komeleyê raihand ku niha malbatan û rêxistinên sivîl ên herêmê bi derfetên xwe konbajarek avakirine lê di nava konbajarê de 80 konên ketober hene û div an konan de bi tevahî nêzîkê 210-220 malbat dimînin. Herwiha Kan bal kişand ser ku di hinek konan 3 malbat, di hinek konan de jî 2 malbat bi hevdu re dijîn û anî ziman welatî nikarin biçin malên xwe, kesên ku bixwazin biçin malên xw ejî bi cezayê pereyan tên cezakirin.

    Bi heman mijarî:

    GOÇ-DER: Yek milyon mirov bûne koçber
    Şirnex û Colemêrg wekî bajar dimînin
    Şirnex û Gever wek herêmên ‘xeternak' hatin ragihandin
    Akar serdana Şirnex û Nisêbînê kir
    Şirnex ji çar aliyan ve tê topbarankirin
    Etîketan:
    bi darê zorê, operasyon, komele, derfet, konbajar, bi tevahî, koçberî, goç-der, Yilmaz Kan, Amed, Şirnex
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de