05:22 12 Kanûn 2017
Zindî
    Polîs

    Eşîran ji bo destheqê şivanî şer kir – 12 birîndar

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li navçeya Qulpê ya Îdirê endamên eşîrên Daghanan û Siverliyan li ser destheqê şivanan li hev nekir û di encamê de şerekî dijwar derket.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku endamên herdû eşîran, bi kevir, kursî, hesin û daran li hev xistiye û polîsan gule bera hewayê dane ta ku wan bisekinîn.

    Li gorî agahiyan, bûyerê 16ê Tebaxê li kolana Mehmetcanê ya taxa Cumhuriyetê ya navçeya Qulpê pêk hatiye. Li gorî îdiayan eşîra Daganlaran şivanek ji eşîra Siverliyê xebitandiye lê ji ber ku destheqê şivanî bi temamî nehatiye dayîn, şer derketiye. Mezin ketine navberê û meseleya pereyan hatiye çareserkirin û kêşe ji holê rabûye.

    Endamên herdû eşîran ku li qehwexaneyên 100 metreyî ji hev dûr rûdinên piştî telefona ji gundî hat ku got "êrîşî me dikin", ketina qirika hev.

    Nêzîkî 40 kesî bi kevir, kursî, hesin û daran êrîşî hev kiriye ûderbeyên kuştinê li hev xistiye lê piştî ku polîs gule bera hewayê dan şer rawestiyaye.

    Ji aliyekî din ve, 12 kes di şerî de birîndar bûn û bi ambulansan hatin rakirin bo nexweşxaneyê.

    Herwiha piştî bûyerê, qeymeqam Ibrahim Civelek, Serokê Şaredariya DBPê Mehmet Gultekin û Birêveberiyê Navenda Ewlekariyê Alaatin Altinay hatin û xelk dan sekinandin.

    Lêpirsîn hîn jî berdewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Rêberê hûsyan li Yemenê bang li eşîran kir jibo di tekoşîna li dijî `Al-Qaydê` û `dijminên derve` de bibin yek
    HESEKÊ - YPGê bi hêzek mezin berê xwe da şer!
    Balafirên şer ên rûsî careke din ji Îranê rabûn
    Li Kurdistanê teqîn û şer: 3 kuştî
    Destûra anîna termê Eylem Ataş a li hemberî DAIŞê şer kir nayê dayin
    Li Hesekê şer: 1 jê endamê asayîş 2 birîndar (TÊ NÛKIRIN)
    Etîketan:
    detheq, şer, eşîr, Alaatin Altinay, Ibrahim Civelek, Mehmet Gultekin, Qulp, Îdir
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de