02:35 13 Kanûn 2017
Zindî
    Artêşa Çînê

    Artêşa Çînê dê bibe şirîkê çareseriya Sûriyeyê

    © REUTERS/ Rolex Dela Pena/Pool
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berpirsên leşkerî yên paye bilind ê Çînê ji bo 3 rojan serdana paytextê Sûriyeyê Şamê kirin û bi hikumetê re ji bo hevkarî û piştgiriya leşkerî hevdîtin pêk anîn.

    Şam — Berpirsên leşkerî yên paye bilind ê Çînê ji bo 3 rojan serdana paytextê Sûriyeyê Şamê kirin û bi hikumetê re ji bo hevkarî û piştgiriya leşkerî hevdîtin pêk anîn. Artêşa Çînê wê hem leşkerên sûriyeyî perwerde bike û hem jî alîkariya însanî wê bike.

    Heyeteke ji Çînê bi Serokatiya Maseya Hevkariya Leşkeriya Navneteweyî yê Komîsyona Artêşa Navendî yê Çînê General Guan Yufe li Şamê bi Wezîrê Parastin ê Sûriyeyê Fahad Jassim el Freij û bi hinek berpirsên leşkerî yên rûsî re hevdîtin pêk anîn. Li gorî nûçeya ajansa Şinhuayê, di navbera herdu welatan de mijarên xurtkirina hevkarî û dostanî hatin nirxandin.

    Guan Yufe di daxuyaniya xwe de got: "Di navbera Artêşa Çîn û Sûriyeyê de dostaniyeke gelekî kevn heye. Artêşa Çînê niha jî bi piştgiriya perwerdeya leşkerî û alîkariya însanî dê vê dostanî û hevkariyê xurttir bike."

    Bi heman mijarî:

    Çîn, peyka kuantumê ya ewîlîn ya cîhanê şand fezayê
    Almanya: Sedema berdewamiya gotûbêjên endamtiya Tirkiyê ya YEyê, Rûsya û Çîn in
    Pirtûka Spî ya Japonyayê Çîn hêrs kir
    Çîn: "Em piştgiriya bergiriyên Tirkiyeyê yên ewlehiya netewî dikin.
    Çîn, beşek mezin ya Behra Çîna Başûr girt
    Etîketan:
    Wezîrê Parastin ê Sûriyeyê, Heyeta leşkerî ya Çînê li Şamê ye, Serokatiya Maseya Hevkariya Leşkeriya Navneteweyî yê Komîsyona Artêşa Navendî yê Çînê, Fahad Jassim el Freij, Guan Yufe, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de