08:41 22 Hezîran 2018
Iyad Elawî

Elawî bangî Bexdayê dike: “Rewşê” bi Kurdistanê re zelal bikin

© Foto: fb
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Hevpyemana Niştimanî ya Iraqê Iyad Elawî îro bal kişand ser dema piştî DAIŞê û bangî hikûmeta Iraqê kir ku “rewşê” Kurdistanê re zelal bikin ta ku yekîtiya xaka Iraqê bê parastin. Herwiha Elawî bang kir ku nexşrêya birêveberina herêmên azad bê diyarkirin.

Navenda Nûçeyan - Elawî di daxuyaniyekî ku ji nivîsgeha wî derket, rexne li hikûmeta Iraqê girtin ji ber ku bi awayekî jidil û cidî bi dewletên Hevpeymanî Navdewletî ya dijî DAIŞê re nade û nastîne.

Herwiha Elawî di daxuyaniya xwe de li ser operasyona Mûsilê axivî û got: "Em hîn jî ti gavên cidî ji bo zelalkirina rewşê bi Kurdistanê re nabînin. Ev gav ne li ser asta operasyonan û ne jî ji bo dema dû wê jî nayên avêtin ku yekîtiya şer li dijî hêzên tundrew bê parastin û yekîtiya welatî jî bê misogerkirin".

Ji aliyekî din ve, Serokê Hevpyemana Niştimanî ya Iraqê bal kişand ser kêşeya deverên rizgarkirî û got: "Divê hikûmeta Iraqê hinek hokeran amade bike ji ber ew ê bi Kêrê bidestxistina serkeftina leşkerî û siyasî were. Ew hoker jî ev in; planeke lezgîn û berfireh ji bo sê mehên pêşî, yeka din ji bo şeş mehên din û ya dî ji bo demeke dirêj".

Bi heman mijarî:

Elawî: Ew bûyer bo perçekirina Iraqê ye
Iyad Elawî: 'Goran bi êgir dilîze'
Iraq û Kurdistan ji hev cuda dibin!
Serokwezîrê Iraqê: ‘Bila Kurdistan referandûmê neke’
KURDISTAN - Leşkerên Iraqê derbas bûn!
Amerîka bang li Iraqê kir ku hevkariyê bi Kurdistanê re bike
Ûbeydî: Artêşa Iraqê dê xwe tev li meseleya serxwebûna Kurdistanê neke
Etîketan:
herêmên rizgarkirî, Hevpyemana Niştimanî, DAIŞ, Iyad Elawî, Iraq, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de