05:29 12 Kanûn 2017
Zindî
    desteserkirin-binçavkirin

    Li Rihayê gelek DBPyî û HDPyî hatin desteserkirin

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat ragihandin ku polîsan li Rihayê û navçeyên wê vê sere sibehê bi ser gelek malên rêveber û endamên DBPê û HDPê de girtin û gelek kes desteserkirin.

    Riha — Li gorî agahiyên herêmê polîsan vê sere sibehê li navenda Rihayê û li navçeyên wê yên wekî Siwêreg, Serêkaniyê, Pirsûs, Wêranşar, Curnê Reş û Bêrecûkê bi ser malên gelek rêveber û endamên DBPê û HDPê de girtin û di van serdegirtinan de herî kêm 29 kes ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.

    Hat diyar kirin ku di nava kesên desteserkirî de hevserokên navçeyan, rêveberên navend û navçeyan û endamên meclîsan jî di nav de herî kêm 29 kes hene û tê payîn ku ev hejmara kesên desteserkirî hîn zêde bibin.

    Li gorî agahiyan kesên ku bi sûcên wekî ‘endamtiya rêxistinê' û ‘propagandaya rêxistinê' tên sûcdarkirin û hatine desteserkirin, li miduriyetên ewlehiyê yên navend û navçeyan tên girtin.

    Bi heman mijarî:

    Wekîlê şaredarê Licê hate desteserkirin
    Nivîskara Ozgur Gundemê Asli Erdogan hate desteserkirin
    Li Mûşê 3 kes hatin desteserkirin
    Li Enqere û Şirnexê gelek kes hatin desteserkirin
    Etîketan:
    endam, rêveber, endamtiya rêxistinê, desteserkirin, ser malan de girtin, HDP, DBP, Serêkaniyê, Wêranşar, Pirsûs, Curnê Reş, Siwêreg, Riha
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de