19:58 11 Kanûn 2017
Zindî
    polîsê tirk

    Li Entabê geştyar rastî êrîşê hatin û hatin dersînorkirin

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Komeke geştyarên rojhilatadûr li Entabê bi gotinên ‘Hûn Misilmanan dikin Xiristiyan, bicehemin ji vir biçin' rastî êrîşa komekê hat û pişt ra ji hêla polîsan ve hatin desteserkirin. Hate zanîn ku geştiyar hatine dersînorkirin.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî vîdeoyek li ser medyaya civakî hatiye belavkirin, komeke geştyar dema li Entabê digerin rastî êrîşa hin kesan tê. Di nava kesên êrîşkar de zilamekî rihdirêj û bişal balê dikişîne. Koma geştyarên ku ji welatên rojhilatadûr in ji hêla êrîşkaran ve weke ‘Misyoner' tên binavkirin û kom rastî dijûnan tê.

    Di vîdeoyê de tê dîtin ku êrîşkar ji komê re wiha dibêjin: "Hûn çi li van deran digerin. Bicehemin herin ji vir. Yallah. Zilamên bêexlaq. Hûn Misilmanan dikin Xiristiyan. Bêîmano!". Herwiha yekî ji êrîşkaran ji komê re dibêje: "Kafir kurê kafira".

    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a İhlasê (İHA), polîs li ser vê bûyerê hatiye ciyê bûyerê û koma geştyar desteser kiriye. Piştî desteserkirinê jî heman kom bi îdiaya misyoneriyê hatiye dersînorkirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Sûriyê geştiyarî ber bi geşbûnê ve diçe
    “Karesat dê bi ser tûrîzma Tirkiyeyê de bê”
    Ji ber şerên li bajarên kurdan tûrîzma Tirkiyayê têk çû
    4500 tûrîstên Rûs ên li Tirkiyeyê vegeriyan welatên xwe
    ‘Bi lêborînê, ne firingiyên Tirkiyeyê diçin Rûsyayê û ne jî tûrîstên rûs diçin Tirkiyeyê’
    Etîketan:
    dersînorkirin, Xiristiyan, Misilman, misyonerî, kafir, Geştiyar, Ajansa Nûçeyan a İhlasê (İHA), Entab
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de