08:10 18 Kanûn 2017
Zindî
    Operasyona Leşkerî ya Minbicê

    HSDê ewlekariya Minbicê radestî Meclîsa Leşkerî kir

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi daxuyaniyekê ragihand ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HDS) erka xwe ya piştevaniya di rizgarkirina bajêr de pêk aniye û hemû noqteyên ewlekariyê radestî wan kiriye.

    Minbic — Daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê wiha ye:

    "Operasyona Leşkerî ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê serkêşiya wê dike û Hêzên Sûriya Demokratîk destek dide, bi vîneke xurt û israreke mezin li gundewarê başûrê Minbicê didome û pêşketinên mezin bi dest dixe. Di encama çalakiyê heta dema amadekirina vê daxuyaniyê hatine pêkanîn de, gelek gundên li başûrê Minbicê hatine rizgarkirin.

    Di heman demê Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê xebatên xwe yên xurtkirin û saxlemkirina xetên parastinê yên li gundewarê bakurê Minbicê û bi taybet aliyê girên bakurê bajar ên li cem Çemê Cacûrê, didomînin.

    Em weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û gundewarên wê ji raya giştî re radigihînin ku piştî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) erka xwe ya li Minibicê pêk anî û bi lehengî çeteyên DAIŞê ji herêmê qewitandin, hemû noqteyên li bajarê, radestî hêzên me kirin. Her wiha ew noqteyên li xeta parastinê yên li bakurê Çemê Sacûrê jî radestî hêzên me kirin."

     

    Bi heman mijarî:

    Salih Muslim: Di reva DAIŞê ya Minbicê de rola DYAyê nîne
    Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Ji ber sivîlan me rê da DAIŞê
    YPG bajarê Minbicê ji mayinan paqij dike
    Gundekî din ê Minbicê hat rizgarkirin
    Meclîsa Leşkerî ya Minbicê 3 gundên din kontrol kir
    Etîketan:
    ewlekarî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Minbic
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de