03:37 14 Kanûn 2017
Zindî
    binçavkirin-girtin

    Hevserokê DBPê yê Melazgirê Murat Kiziltaş hat binçavkirin

    © Foto: © AA/ Arşiv
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 01

    Hat ragihandin ku Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê navçeya Melazgirê Murat Kiziltaş ji terefê hêzên ewlehî ve hat binçavkirin.

    Mûş — Piştî hêzên ewlehî yên Tirkiyeyê avêtin ser avahiya DBPê ya navçeya Melazgira Mûşê, bi saetan lêgerîn pêk anîn, Hevserokê DBPê Murat Kiziltaş binçav kirin û di avahiyê de jî ziyanek mezin li pey xwe hiştin.

    Li navçeya Melazgira Mûşê, danê êvarî polêsên hêzên Ewlehî yên Tirkiyeyê bi wesayîtên zirxî avêtin ser avahiya DBPê ya navçeyê. Deriyên avahiyê bi balyozan hatin şikandin, bi saetan lêgerîn pêk hat û herî dawî jî polêsan avahî kirin mîna xirbeyekî.

    Wêneyên ku bi dîwaran ve hatibûne daleqandin, belgeyên fermî yên partiyê hatin desteserkirin. Piştî lêgerînê jî Hevserokê DBPê yê navçeya Melazgirê Murat Kiziltaş binçav kirin û birin Midûriyeta Ewlehî ya Navçeyê.

    Bi heman mijarî:

    Hevserokê DBPê ev 3 roj in wenda ye
    Hevserokê berê yê HDP û DBPê hatin girtin
    Hesabên Twitterê yên DBPê û KCD hatin astengkirin
    Polîsan li Colemêrgê êrîşê konê HDP û DBPê kirin
    Li Erziromê operasyona siyasî: 67 endamên HDP û DBPê hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Hêzên ewlehiya Tirkiyayê, DBP, Murat Kiziltaş, Mûş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de