05:36 12 Kanûn 2017
Zindî
    Bajarê Şirnexê

    Şirnex û Colemêrg wekî bajar dimînin

    © Foto: DHA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Her çar partiyên Parlamentoya Tirkiyeyê li hev kirin û serastkirina derbarê statûya bajarên Şirnex û Colemêrgê ji metnê pêşnûmayê deranîn.

    Navenda Nûçeyan - Parlamentoya Tirkiyê di rûniştina duh de derbarê ligel guhertin û sererastkirinên navxweyî, 80 xal pesend kir. Di rûniştinê de guhertinên derbarê Şirnex û Colemêrgê jî bi raya her çar partiyên parlamentoyê de, ji pêşnûmayê hate derxistin.

    Li gorî vê yekê dê wekî berê Şirnex û Colemêrg bajêr bimînin û navên wan nayê guhertin û Cizîr û Gever jî navçe bin. Xalek din ê giring jî derbarê şaredariyan û serok şaredarên girtî de ye. Di pêşnûmayê de xala ku digot: "Dê Wezareta Navxweyî û walî li cihê serokê şaredariyan ên ji ber sûca terorê hatine girtin, kesên din diyar bike" ji metnê pêşnûmayê hate derxistin.

    Piştî ev sererastkirin ji dengdanê derbasbûn, parlamenterên partiyên mûxalefetê bi çepikan pêşwaziya van guhertinan kirin. Hêjayê gotinê ye ku meha borî hikûmeta Tirkiyê pêşnûmayek li ser statûya bajêrên Şirnex û Colemêrgê amadekiribû ku li gor vê herdu bajêr dibûne navçe, navê Şirnexê dibû Nûh, navê Colemêrgê (Hekarî) jî dibû Çolemerîk. Li dewsa van herdu bajêran, Cizîr û Gever dibûne bajêr û vê biryarê rê ji nerazîbûnek mezin re vekiribû.

    Bi heman mijarî:

    Şirnex û Gever wek herêmên ‘xeternak' hatin ragihandin
    Akar serdana Şirnex û Nisêbînê kir
    Li Amed, Şirnex û Dersîmê operasyonên siyasî: 10 kes hatin desteserkirin
    Sûryaniyên Şirnex û Mêrdînê cejna Paskalyayê pîroz kirin
    Şirnex ji çar aliyan ve tê topbarankirin
    Etîketan:
    Parlamentoyê metnê pêşnûmayê guherand, Şirnex û Colemêrg wekî xwe dimînin, Şirnex, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de