15:35 18 Kanûn 2017
Zindî
    Artêşa YPGê

    Rewşa dawî ya Hesekê: "Leşkerên rejime xwe radestî YPGê dikin"

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 50

    Hat ragihandin ku şer û pevçûnên herêma Hesekê cih bi cih didome û leşkerên rejima Sûriyeyê xwe radestî hêzên Yêkîneyên Parastina Gel (YPG) dikin.

    Hesekê — Şer û pevçûnên li Hesekê cîh bi cîh berdewam dikin. Di pevçûnên heta niha de gelek nuqte ji rejîmê hatine girtin û gelek leşkeran jî xwe radestî şervanên YPGê kirin. Şer û pevçûnên ku bi êrîşên rejîmê destpê kiribûn şevêdin li taxên Mesakin, Neşwa Şerqî, Benzînxaneya Merşo û sûka bajar berdewam kirin. Topbarana rejîmê ya li ser taxan jî heta derengiya şevê dewam kirin. Heta berbanga sibehê şer û pevçûn dijwar bûn.

    Leşkerên rejime direvin

    Hêzên rejimê bi topên hawanan taxên bakûrê bajar ên di bin kontrola YPG û Asayîşê de ne topbaran kirin û di van topbaranan de ziyana aborî pêk hat. Saet derdora 05.00an de dijwariya şer hinekê kêm bû û pevçûnan cih bi cih dom kir. Pevçûnên demkî li gelek deveran didomin.

    Çavkaniyên YPGê destnîşan kirin ku hêzên rêjîmê ji hev dikevin û hejmarek ji leşkerên wan qadên şer berdidin û direvin. Hate gotin ku hin leşkerên rêjîmê jî xwe radestî şervanên YPGê kirine, lê derbarê hejmara wan de agahiyên zelal nehatin dayîn. Dîsa di pevçûnên li taxên Neşwa Şerqî, Mesakin û sûka bajar de, gelek nuqte ji hêzên rêjîmê hatine paqijkirin.

    Bi heman mijarî:

    HESEKÊ - YPGê bi hêzek mezin berê xwe da şer!
    Li Hesekê şerekî dijwar: Balafiran navenda YPGê bombebaran kir - 36 kuştî
    Di pevçûnên Hesekê de 14 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin
    Li Hesekê şer: 1 jê endamê asayîş 2 birîndar (TÊ NÛKIRIN)
    Hêzên rejîmê û yên Asayişê li Hesekê şer kirin
    Etîketan:
    Hêzên rejima Sûriyeyê, Artêşa YPGê, Sûriye, Hesekê
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de