23:14 24 Hezîran 2018
Sûriye

Rûsya: Li Sûriyeyê 8 herêmên din tevlî agirbestê bûn

© AP Photo / Hassan Ammar
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Navenda çavdêriya agirbesta ya Rûsyayê ya li Sûriyeyê diyar kir ku li herêmên Lazkiye û Himsê 8 wargehên din ligel nûnerên xwe beşdarî agirbestê bûne û bi vê yekê hejmara herêmên tevlî agirbestê bûn gihişte 429an.

Navenda nûçeyan - Li gorî agahiyên ku li ser malpera Wezareta Parastina Rûsyayê hatine bidestxistin, di nava 24 saetên dawî de komên cîhadîst agirbestê 7 caran xerab kirine û êrişî ser çeperên Artêşa Sûriyeyê yên nêzî Çiyayê Ebû Elî kirine.
Herwiha hate diyarkirin ku DAIŞ û El Nûsra bi çekên giran êrişî ser gelek wargehên li Heleb, Şam û Lazkiyeyê kirine.

Navendê ragihand ku wan bi qasî 3 ton alîkarî gihandiye malbatên li herêma Şehbayê. Ji aliyê din ve hate gotin ku bi alîkariya balafira ayidî Abakan Air a rûsî bi qasî 18 ton alîkarî gihiştiye malbatên herêma Deyr ez Zor a di bin dorpêça DAIŞê de ye.

Bi heman mijarî:

Rûsya: Hejmara herêmên beşdarê agirbestê bûn, gihîşt 383ya
Rûsya: Hejmara herêmên beşdarê agirbestê bûn gihîşt 368a
Rûsya: Hejmara herêmên beşdarî agirbestê bû 310
Hejmarê herêmên Sûriyeyê yên beşdarî agirbestê bûn 188
Rûsya: "Hejmara herêmên ku tevlî agirbestê bûn gihîşte 183an"
Amerîka: Esed guh nade agirbestê
Etîketan:
nûsra, navenda çavdêriya agirbeste, daiş, şer, alîkarî, êriş, sûriye, rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de