02:06 21 Hezîran 2018
Angela Merkel û Recep Teyip Erdogan

Merkel careke din bal kişand ser 'peymana penaberan'

© Foto : Serokomariya Tirkiyeyê
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel diyar kir ku peymana penaberan ya di navbera Tirkiye û YEyê gelekî girîng e û divê ew alîkariya bo Tirkiyeyê berdewam bikin.

Angela Merkel
© AP Photo / Geert Vanden Wijngaert
Navenda nûçeyan —  Merkel di daxuyaniya xwe ya CDU-TVyê de careke din behsa girîngiya peymana penaberan ya di navbera Tirkiye û YEyê kir.
Merkel behsa çareseriya pirgirêkên penaberan ya dibe sedema veqetîna ji welatên wan û pirsgirêka bazirganiya mirovan kir û eşkere kir ku peymana penaberan ya ku bi Tirkiye re hatiye kirin, di mijara çareseriya van pirsgirêkan xwe xwedî giringiyeke mezin e.

Merkel amaje kir ku yek rêyek astengkirina bazirganiya mirovan heye ew jî peymana penaberan e û wiha pê de çû: 'Divê em ligel welatên çavkaniya van pirsgirêkan re têkiliyan deynin û alîkariyê bidin wan. Divê em alîkariya penaberên li Tirkiyeyê bikin da ku li herêmek nêzî welatên xwe wek mirovan jiyaneke hêja bijîn.'

Bi heman mijarî:

Tirkiye YEyê tehdîd dike ku ew ê peymana penaberan betal bike
Peymana penaberan di xetereyê de nîne
Rikeberiya Tirkiye û Ewropayê ya “peymana penaberan” nahedine
Nûçeyên derbarê peymana penaberan de nehate piştrastkirin
NY bertek da peymana "penaberan": Em ê bi navendên şandinê re nexebitin
Etîketan:
cdu-tv, peymana penaberan, daiş, alîkarî, recep tayîp erdogan, angela merkel, almanya, ewrûpa, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de