19:37 24 Hezîran 2018
Elazığ'da İl Emniyet Müdürlüğü önünde patlama

Li nêzî avahiya Midûriyeta Polêsan a Elazîzê teqîn: 3 kuştî ji 217 birîndar

© REUTERS /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li nêzî avahiya Midûriyeta Ewlehî ya bajarê Elazîzê teqînek çêbû, gelek ambulans ji bo cihê bûyerê hatin şandin.Li gorî daxuyaniya Waliyê Elazîzê 3 polês hatin kuştin û 217 kes jî birîndar bûn.

Elazîz — Li nêzî avahiya Midûriyeta Ewlehî ya bajarê Elazîzê teqînek çêbû, gelek ambulans ji bo cihê bûyerê hatin şandin. Li gorî zanyariyên berdest birîndar hene.

15.20 — Yildirim: "Rewşa 20 birîndaran giran e"

Serokwezîr Binali Yildirim di axaftina xwe ya ji bo teqîna Elazîzê de got: "Di encama teqîna li devê Midûriyeta Ewlehî ya Elazîzê de 3 polêsên me jiyana xwe ji dest dan û 217 birîndar rakirin nexweşxaneyan. Rewşa dawî, ji birîndaran 72 kes li ser lingan hatin dermankirin û çûne malên xwe û dermankirina 145 birîndaran li 5 nexweşxaneyan didome."

Yildirim di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ji birîndaran 85 jê polês û 60 jî sivîl in. Di nava birîndaran de hejmara kesên giran 20 e û ji van jî rewşa 14an girantir e."

14.00 — Erdogan bi telefonê li Yildirim geriya

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ji bo agahiyên bûyerê bi telefonê li Yildirim Sererkan Akar û li Waliyê Elazîzê Murat Zorluoglu geriya.

13.40 — Heyeta CHPê jî tevlî serdana Yildirim a Elazîzê dibe

Hat raginadin ku heyetek ji CHPê jî wê tevlî serdana Serokwezîr Binali Yildirim a bajarê Elazîzê bibe.

13.35 — Kiliçdaroglu: "Ji bo tekoşîna terorîzmê em ji her tiştî re amade ne"

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu derheqê teqîna Elazîzê de got: "Ji bo dawîkirina terorîzmê hûn ji mûxalefetê çi bixwazin em amade ne. Heta îro we çi xwest me da, lê bese hûn jî wê terorîzmê biqedînin. Di tekoşîna dijterorîzmê de ji bo ku destê me qels e divê tavîz neyên dayîn. Tekoşîneke baş bikin û vî welatî ji vê belayê rizgar bikin. Çi ji destê me were em ê bidin we."

13.30 — Li gorî daxuyaniya Walîtiya Elazîzê ya nû hejmara birîndaran gihîşte 170 kesî.

12.35 — Yildirim bi Işik û Akar re diçe herêmê

Hat ragihandin ku Serokwezîr Binali Yildirim bi Wezîrê Parastinê Fikri Işik û Sererkanê Giştî Hulusi Akar re wê herin bajarê Elazîzê.

12.25 — Yildirim hemû bernameyên xwe betal kirin

Parlamenterê AKPê yê Elazîzê Metin Bulut ragihand ku dibe Serokwezîr Binali Yildirim û Sererkanê Giştî Hulusi Akar werin herêmê. Serokwezîr Yildirimn piştî teqînê hemû bernameyên xwe betal kirin.

11.35 — Walî Zorluoglu: "3 kuştî û 146 birîndar"

Waliyê Elazîzê Murat Zorluoglu di daxuyaniya xwe ya nû ji bo teqînê de ragihand ku li gorî amareyên dawî ku di nav de sivîl û hêzên ewlehî jî hene hejmara birîndaran gihîşte 146 kesan. Mixabin 3 polêsên me jî jiyana xwe ji dest dan. Ji birîndaran jî rewşa 14 kesan giran e, lê rewşa yên mayîn başe û niha li nexweşxaneyan têne dermankirin.

11.30 — Qedexeya demkî ya weşanê hat ragihandin

Lijneya Bilind a Radyo Televîzyonê, bi daxwaza Serokwezîriyê derheqê teqîna Elazîzê de qedexeya demkî ya weşanê ragihand.

11.05 — CNNTurk: "Di nava avahiyê de jî birîndar hene"

Li gorî nûçeya kanala CNNTurkê bi şideta teqînê di lojmanê nêzî Midûriyeta Ewlehî ya Elazîzê de jî birîndar çêbûn û ragihand ku dibe hê jî birîndar di nava avahiyê de hebin.

10.55 — Walî Zorluoglu: "Niha pêwistiya xwînê tuneye"

Waliyê Elazîzê Murat Zorluoglu di axaftina xwe ya kanala NTVyê de ragihand kul i nexweşxaneyan mûdaxeleya birîndaran berdewam e û niha tu pêwistî bi xwînê tuneye.

10.50 — Rewşa 10 birîndaran giran e

Di êrişa Midûriyeta Ewlehî ya Elazîzê de li gorî zanyariyên berdest 3 polês hatin kuştin û sivîl jî di nav de zêdetirî 100 kesî birîndar bû û ev agahî ji terefê hêzên îdarî ve hate serastkirin. Her wiha li gorî agahiyan ji birîndaran rewşa 10an gelekî giran e.

10.40 — Waliyê Elazîzê: "3 kuştî û ji 100 zêdetir birîndar"

Walîtiya Elazîzê di daxuyaniya ya ji bo teqîna Midûriyeta Ewlehî de got: "Di êrişê de 3 polês hatin kuştin û sivîl jî di nav de herî kêm 100 kes jî birîndar bûn.

10. 35 — Li nexweşxaneyên Elazîzê banga xwînê

Hat ragihandin ku ji nexweşxaneyên bajarê Elazîzê bi anonsan banga xwîndayînê tê kirin.

10.25 — 3 kuştî û 120 birîndar

Li gorî rojnamevan Zeki Akbiyik ku dispêrê Walîyê Elazîzê di teqînê de 3 hêzên ewlehî hatin kuştin û herî kêm 120 kes jî birîndar bûn.

10.20 — Reuters: "3 kuştî 50 birîndar"

Ji aliyê din ve li gorî ajansa nûçeyan a Reutersê di teqîna Midûriyeta Ewlehî ya Elazîzê de 3 hêzên ewlehî hatin kuştin û herî kêm 50 kes jî birîndar bû.

Li gorî çavkaniyên herêmî di encama bûyera teqînê birîndar hene û li avahiyên derdor û di rê de ziyanekî mezin çêbû.

Her wiha li gorî nûçegihanê DHAyê Şah İsmail Gezici ragihand ku denge teqîneke mezin hat bihîstin. Li ser banga Midûriyeta Ewlehî ya Elazîzê gelek karmendên tendirûstî û ambulans çûne cihê bûyerê. Avahî wêran bûye, herêm bûye wekî qada şer û hemû wesayîtên derdorê ziyanekî mezin dîtin.

10.15 — Serokê Şaredariyê: " Derheqê kuştî û birîndaran de agahiyên me tunene"

Cîgirê Serokê Şaredariya Elazîzê Mahmut Varol got: "Derheqê kuştî û birîndaran de hê agahiyên me tunene. Bi sedema teqîna bombeye hemû wesayîtên derdora Midûriyeta Ewlehiyê şewitîne. Bombe pir dijwar bû, di nava me de 5 kîlometro ferq heye û me got qey avêtin şaredariyê."

Agahî tên…

Bi heman mijarî:

HAT NÛKIRIN-Li Wanê teqîn: 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 40 kes birîndar bûn
Li Kurdistanê teqîn û şer: 3 kuştî
Li Mêrdînê teqîn: 4 zarok 6 kes birîndar bûn
Li Wanê teqîn û şer
Li Amedê Teqîn: 5 jê polîs 7 kuştî û 21 birîndar (HAT NÛKIRIN)
Etîketan:
Li nêzî Midûriyeta Ewlehî ya Elazîzê teqîn, Elazîz, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de