10:02 24 Nîsan 2018
    Waliyê berê yê Bûrsayê Şahabettin Harput

    Waliyê girtî: Me bi fermana Davutoglu kir

    © Foto : AA/Ali Atmaca
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Waliyê berê Şahabettin Harpût ku di çarçoveya lêpirsîne FETO û hewldana derbeyê hate girtin diyar kir ku ‘îdia ji lêdana guleyê bi min girantir tê'. Harput herwiha got ku civîn û geştên bi beşdariya wan tê sûcdarkirin, bi ferman û agahiya Davutoglu hatine çêkirin.

    Bûrsa — Walîyê berê yê Bûrsayê û şêwirmendê berê yê Wezareta Karê Hundir Şahabettin Harput di çarçoveya lêpirsîna hewldana derbeya 15ê Tîrmehê û rêxistina terorê ya Fethullahiyê de li Bûrsayê hatibû desteserkirin û duh bi şev hate girtin. Harput di îfadeya xwe de got: "Rêxistina Terorê ya Fethullahî di 15 Tîrmehê de rûyê xwe yê reş derxiste holê. Ez di nava wê şermê de me ku bi van tohmetan li vir im. Muhatapbûna min a bi endamtiya rêxistineke çekdarî ji lêdana guleyê bi min girantir tê".

    Şahabettin Harput û karsazên weke Eyup Karakuş, Cemal Egretli, Sami Şenturk, Hamit Tuna, Turan Boztepe, Şakir Umutan jî di nav de 19 kes piştî îfadeyan ji hêla dadgehê ve hatin girtin.

    ‘BI FERMANA DAVUTOGLU HATIN ÇÊKIRIN'

    Şahabettin Harput îdiakir ku ji ber wezîfeya wî di navbera wî û gelek mirovan de dijminahî çêbûye û wiha berdewam kir: "Di vê dema ku em tê de ne reşkirina mirovan bi bêbextiya endamtiya FETOyê ango rêxistina Paralelê ye. Di vê çarçoveyê de ez dibinim ku kesên li hemberî min îfade dane ji bo ku xwe rizgar bikin van tiştan dibêjin. Civîn, hevdîtin û geştên derveyî welat ên ku ji min tên pirsin di çarçoveya ferman û agahiyên Wezîrê Karê Derve yê wê demê Ahmet Davutoglu, bi sedema pêşxistina têkiliyên bazirganiyê hatin çêkirin. Di encama van geştan de hin têkilî hatin çêkirin û me ji bo pîşesaziya Bûrsayê, di warê veberhênaniyê û bazirganiyê de potansiyela yek milyar dolarî ava kir. Ti têkiliya van civîn û geştan bi rêxistina paralel ve nînin. Di wê dema ku ez wezîfedar bûm de min ti karên lidij hiqûqê nikirin."

    Bi heman mijarî:

    HSYKê dadgerên ku 'meleyê FETO' serbest berdan, ji kar dûrxistin
    Îmamê dijîtal ê herêmî yê FETO hat girtin
    Îmamê FETO yê berê: "Arif Erdem 500 hezar dolar ji Gulen re birin"
    Li Sêrtê operasyona FETO: 336 kes hatin girtin
    Erdogan ji Pûtîn re got: FETO têkiliyên me ji xwe re kir armanc
    Etîketan:
    ferman, girtin, desteserkirin, FETO/PDY, Wezîrê Berê yê Karê Derve yê Tirkiyê, Şakir Umutan, Turan Boztepe, Hamit Tuna, Sami Şenturk, Cemal Egretli, Eyup Karakuş, Ahmet Davutoglu, Şahabettin Harput, Bûrsa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de