05:48 23 Hezîran 2018
Avakarê SADAT ê Adnan Tanriverdi

Avakarê SADATê bû serşêwirmendê Erdogan

© Foto : YouTube
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Lijneya Rêvebiriya SADATê tuggeneralê teqawidbûyî Adnan Tanriverdi bû serşêwirmendê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan. SADAT xwe weke şirkete şêwirmendiya leşkerî binav dike û bi şewata gundekî li Licê hatibû rojevê.

Navenda Nûçeyan — Serokomarê Tirkiyê Erdogan piştî hewldana derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmehê tuggeneralê teqawidbûyî Adnan Tanriverdî bi serşêwirmendiya serokomariyê erkdar kir.

Li gorî nûçeya CNN Turkê Tanriverdi yê bûye şêwirmendê nû yê Erdogan, piştî di Serokatiya Beşa Tenduristî ya Hêzên Bejayî de cî wezîfe girt, di 30ê Tebaxa 1996an jibêr bêkadrotiyê hate teqawidkirin.

ADNAN TANRIVERDİ KIYE?

Tanriverdi di sala 1964ê de kete Dibistana Şer a Bejayî. Di navbera salên 1976 û 1978ê de li Akademiya Şer a Bejayî de perwerde dît û di sala 1978ê de bû efser. Tanriverdi di 30ê Tebaxa 1992ê de bû tuğgeneral.

Piştî ku teqawid bû 5 salan bû Serokê Giştî yê Komeleya Parazvanên Edaletê û weke Serokê Rûmetê ê komeleyê ji bo perwerdeya û şêwirmendiya çekdarî bide artêşên welatên misilman Şîrketa Şewirmendiya Navdewletî Sadat ava kir.

Bi heman mijarî:

HDPê pirsa rêxistina ‘Sadat'ê li Serokwezîrê Tirkiyê kir
Etîketan:
Serşêwirmendê Serokomariyê, Dibistana Şer a Bejayî, Akademiya Şer a Bejayî, Komeleya Parazvanên Edaletê, Serokatiya Beşa Tenduristî ya Hêzên Bejayî, Sadat A.Ş, Recep Tayyip Erdogan, Adnan Tanriverdi, Licê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de