19:47 21 Sibat 2018
Zindî
    Bekir Bozdag

    Bozdag: "Rêya serbestberdana 38 hezar mehkûmî vebû"

    © Flickr/ AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Bekir Bozdag ragihand ku rêya serbestberdana 38 hezar mehkûmî vebû û dê dema herî zutir werin azadkirin.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê serbestberdana girtiyan de peyamek par vekir û got: "38 hezar mehkûmên ku beriya 1ê Tîrmehê hatibin girtin hinek sûc ne di nav de dê werin azadkirin."

    Bekir Bozdag di berdewamiya peyema xwe de bal kişand ser vê û got: "Ew biryar ne efû ye, lê ew kesên bêne berdan dê bi awayekî kontrolî cezayê xwe bikşînin."

    Bozdag di dirêjiya axaftina xwe de got: "Hinek sûcên wekî kuştina qestî, sûcên cinsî, sûcên derheqê jiyana taybet û îxlal, bazirganiya sûcên hişberî, sûcên li hemberî ewlehiya dewletê, sûcên li hemberî pergala Destûra Bingehîn û sûcên wekî îfşakirina siren dewletê li derveyê vê çarçoveya serbest berdanê ne."

    Bi heman mijarî:

    Bozdag: "Ji bo îadeya Gulen pipsorên amerîkî wê di 22ê Tebaxê de werin"
    Bozdag: "Tu xebateke me ji bo efûyê tuneye"
    Bozdag: "Ji bo girtina Gulen me dosyayeke nû şand"
    Bozdag: "Gulen amadehiya revê dike"
    Wezîrê Dadê Bozdag derbarê rewşa Ocalan de daxuyanî da
    Etîketan:
    Serbestberdana 38 hezar mehkûmî, Wezîrê Dadê ye Tirkiyeyê, Bekir Bozdag, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de