15:37 25 Gulan 2018
Polês

Hevserokê berê yê HDP û DBPê hatin girtin

© Foto : AA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hevserokê berê yê DBPê yê Dêrsimê Ergîn Dogru û Hevserokê berê yê navçeyê yê HDPê Haşîm Ozdemir hatin desteserkirin.

Dêrsim — Hevserokê berê yê DBPê Dêrsimê Ergîn Dogru yê ku 2 roj berê li taxa Sîhenk a Dêrsimê hatibû desteserkirin bo îfadeyê birin Midûreyata Ewlehiyê. Dogru, piştî kiryarên fermî yên li midûriyeta ewlehiyê şandin dadgehê. Dogru îro ji aliyê dadgehê bi hinceta 'endamê rêxistinê' hate girtin û wî birin Girtîgeha Tîpa E ya Elezîzê.
Ji aliyê din ve Hevserokê berê yê HDPê yê Pulurê Haşîm Ozdemîr jî îro danê sibehê ji aliyê polêsan ve hate desteserkirin. Ozdemîrê ku cezayê wî yê dadî hebû îro ji aliyê dadgehê ve hate pejirandin. Ozdemîrê ku îro hate girtin birin Girtîgeha Dêrsimê.

Bi heman mijarî:

Duh li Dersimê îro jî li Cizîrê qiyamet e
Li Dêrsim û Edeneyê operasyonên siyasî: 3 ji wan zarok gelek kes hatin desteserkirin!
Di rêya Dêrsim û Elazîzê de teqîn:3 leşker hatin kuştin û 1 jî birîndar bû
Balafirên tirk êrişî kampên PKKê ya Qendîl Dêrsim û Geverê kirin
Li Amed, Dêrsim, Dîlok û Stenbolê 46 kes hatin girtin
Li Dêrsim û Colemêrgê êriş! 8 kes hatin binçav kirin
Etîketan:
girtin, Dêrsim, operasyona siyasî, ceza, hdp, dbp, Haşîm Ozdemîr, Ergîn Dogru, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de