12:06 20 Hezîran 2018
Pêşmerge

Di operasyonê de 3 pêşmergeyên Rojava jiyana xwe dest dan

© Flickr / kurdistan4all
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Hat ragihandin ku îro di operayona li derdora Mûsilê ya ku ji aliyê Eniyên Guwêr û Xazirê tê meşandin de 3 pêşmergeyên Rojava jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeyeke Rûdawê pêşmergeyên Rojava yên li Herêma Kurdistanê jî îro beşdarê operayona li derdora Musilê bûn û hat diyar kirin ku di vê operayonê de 3 ji wan pêşmergeyên Rojava jiyana xwe ji dest dan.

Hat eşkere kirin ku navê wan pêşmergeyên Rojava yên ku jiyana xwe ji dest dan ev in: Îbrahîm Hemze Ferho, Hebîb Qedrî Mihemed Seîd û Kamiran. Dîsa hat gotin ku Îbrahîm Hemze Ferho û Hebîb Qedrî Mihemed ji bajarê Qamişlo ne û Kamiran jî ji Herêma Kurdistanê ye lê di nava Pêşmergeyên Rojava de cih digirt.

Li gel vê yekê hat dest nîşan kirin ku di heman operasyonê de zêdetirî 10 pêşrmegeyên Rojava jî birîndar bûne.

Bi heman mijarî:

Pêşmergeyan bi fermandariya Barzanî dest bi operasyonê kir: 9 gund rizgar bûn(HAT NÛKIRIN)
120 DAIŞî hatin kuştin
'Hemû operasyon bi fermandariya Mesûd Barzanî dimeşin'
Etîketan:
operasyon, jiyana xwe ji dest da, Pêşmergeyên Rojava, Kamiran, Hebîb Qedrî Mihemed, Îbrahîm Hemze Ferho, Qamişlo, Kurdistan, Rojava, musil
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de