18:58 25 Hezîran 2018
Efrîn

Li Kantona Efrînê Rewşa Awarte hat ragihandin

© Foto: Panoramio
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 30

Hat diyar kirin ku ji ber îhtimala êrîşên terorîstên DAIŞê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê îro ji bo tevahiyê Efrînê bi awayekî fermî Rewşa Awarte hat ragihandin.

Navenda Nûçeyan — Li gorî agahiyên li ser malpera Rûdawê Hevseroka Rêveberiya Xweserî ya Demokratîk a Kantona Efrînê Hêvî Mistefa daxuyand ku şerên li bajarê Helebê û rizgarkirina Minbicê bi xwe pêngavên nû tînin û dibe ku DAIŞ êrîşê Efrînê bike. Hêvî Mistefa dest nîaşn kir ku ji ber vê yekê wan li Efrînê rewşa awarte ragihandin û got hemû amadehî hatiye kirin.

Hevseroka rêveberiya Kantonê Hêvî Mistefa dest nîşan kir ku Kantona Efrînê ev bi qasî 5 salan e di bin dorpêçê de ye û da zanîn ku rewşa awarte wê heta kengî dewam bike, ne diyar e.

Tê zanîn ku bajarê Minbicê tenê bi qasî 45 kîlometran dûrê Efrînê ye û piştî rizgarkirina Minbicê Kantona Efrînê ji ber îhtimala êrîkirina DAIŞê ketiye alarmê.

Bi heman mijarî:

Şervan Derwîş: Minbic hîn nehatiye rizgarkirin
Salih Muslim: Efrîn û Kobanî dê bigihên hev
YPGê rêya navbera Efrîn û İdlibê kontrol kir
Rojavayiyan berî Minbic bê rizgarkirin dest bi pîrozbahiyan kir
Hindik ma Minbic bê kontrolkirin (HAT NÛKIRIN)
Etîketan:
ragihandin, Rewşa Awarte, DAIŞ, Hevseroka Rêveberiya Kantona Efrînê, Hêvî Mistefa, Heleb, Minbicê, Kantona Efrînê
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de