03:42 19 Hezîran 2018
Meclisa Leşkerî ya Babê

Gaveke din ber bi Efrînê ve: Meclisa Leşkerî ya Babê

© Foto: Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 40

Piştî ku tevahiya bajarê Minbicê yê girêdayî Helebê ji DAIŞê rizgar bû, niha Meclisa Leşkerî ya Bajarê Babê hat damezirandin. Ev jî wek gaveke din a YPGê ber bi bajarê Efrînê ve hat nirxandin.

Navenda Nûçeyan — Îro li bakurê bajarê Helebê yê Sûriyeyê, bi awayekî fermî damezirandina Meclisa Leşkerî yê Babê hat ragihandin.

Roja 12ê Tebaxê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku bi ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi pêşengiya YPGê ragihandibû ku bajarê Minbicê bi tevahî ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin.

Herwiha meha borî Hêzên Sûriyeya Demokratîk ragihandibû ku piştî rizgarkirina Minbicê, operasyona Babê dê dest pê bike.

Ji aliyekî din ve, ev gav ji aliyê rojnamevanê holendî Wladimir van Wilgenburg wek gaveke din a Hêzên Sûriyeya Demokratîk ber bi Efrînê ve hat nirxandin.

​Wilgenburgî di hesabê xwe yê Twitterê de wiha nivîsî: "Meclisa Leşkerî ya Babê ku nû hatiye damezirandin dibêje ku ew ê Babê rizgar bikin. Gava bi dû de ya HSD ber bi Efrînê ve."

Bi heman mijarî:

Li bajarê Minbicê 2 hezar dîlên di destê DAIŞê de bûn hatin rizgarkirin
Bajarê Minbicê bi temamî hate rizgarkirin
Li Minbicê 2 hezar û 500 sivîlên din hatin rizgarkirin: Bajar li ber rizgarkirinê ye
Li Minbicê şer li taxa El-Serbê diqewime
Li Minbicê 21 terorîstên DAIŞî hatin kuştin
Etîketan:
Meclisa Leşkerî ya Babê, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, HSD, YPG, Wladimir van Wilgenburg, Bab, Efrîn, Minbic, Heleb
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de