03:02 20 Hezîran 2018
hpg

HPGê ji bo Sûr û Qoserê daxuyanî da: Em ji bo mirovên sivîl xemgîn in

© AFP 2018/ AHMAD AL-RUBAYE
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 11

Hêzên Parastina Gel(HPG) derbarê teqînên navçeya Sûra Amedê û navçeya Qoserê ya Mêrdînê de daxuyaniyek da û ragihand ku wan lêpirsîn ji bo zelalkirina rûdanê daye destpêkirin.

Navenda Nûçeyan — Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) derbarê teqînên 10ê Tebaxê yên ku li Qoser û Sûrê pêk hatin de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de HPDê wiha hat ragihandin: "Di encama lêkolînan de derket holê ku teqîna li Sûrê ne ji aliyê HPGê û hêzên me yên eyaleta Amedê ve hatiye kirin. Lê belê eşkere bû ku ev çalakî ji aliyê yekîneyeke cuda ya herêmî ve li dijî kiryarên dewleta tirk ên li Sûr û Amedê hatiye kirin. Çalakiya li navçeya Mêrdîn Qoserê jî, ji aliyê yekîneyeke ser bi HPGê ve hatiye kirin."

"LI GEL KU NE ME KIRIYE, LÊ DÎSA JÎ EM BERPIRSYAR IN"

Di berdewamiya daxuyaniyê de, HPGê diyar kir ku li gel çalakiya Sûrê rasterast ne bi destê wan hatiye kirin jî lê dîsa jî ji ber kontrolnekirina van

yekîneyan, berpirsyarî dîsa ya HPGê ye û wiha dewam kir: "Hem cih û him şêweya pêkanîna çalakiyê cihê rexneyan e û gelek kêmasî jî di wan de hene. Lewma lêpirsîn hatiye vekirin".
Herwiha HPGê teqez kir ku ji niha û pê ve, ew ê bi hesasiyeteke zêdetir tevbigerin û wiha got: "Ji bo sivîl bi ti awayî zerarê nebînin, ji bo bi tenê hêzên dagirker û mêtînger hedef bên girtin, wê bi berpirsyarî û hesasiyeteke mezintir çalakî bên kirin."

"KESÊN DI CIH DE DAXUYANÎ DAN, DÛRÎ CIDIYETÊ NE"

Ji aliyekîdin ve, HPGê di daxuyaniya xwe de rexneli wan kesên ku di cih de daxuyanî li dijî vê bûyerê dan û wiha ragihand: "Yên ku li hemberî

hilweşandina Sûrê, li hemberî şewitandina 20 gundên li Pasûr, Lice û Farqînê yên di dema vê çalakiyê de ji aliyê hêzên dewleta tirk ve hat kirin û li hemberî pêkanînên şîdetê ya bêperwa ya dewleta tirk ti daxuyanî neda lê heman piştî vê çalakiyê, ji ber kêmasiyên vê çalakiyê yekser derketin holê û daxuyanî dan, ti eleqeya wan bi cidiyetê re nîne."

HPGê di dawiya daxuyaniya xwe de xemgîniya xwe ji ber bûyeran ragihand û wiha got: "Ji ber ku di van her du bûyeran de mirovên me yên sivîl jiyana xwe ji dest daye, em xemgîn in û ji malbatên mirovên me yên jiyana xwe ji dest daye re sersaxiyê dixwazin."

 

Bi heman mijarî:

Li Sûrê 3 cenaze hatin dîtin
Raci Binici: Rewşa Licê weke ya Sûrê ye
Li Amedê ji bo zarokên Sûrê û Şingalê atolye hate lidarxistin
Hikumetê 3 bijartek pêşkêşî welatiyên Sûrê kirin
Li Sûrê piştî çend mehan cenazeyên 3 kesan hêj nû hatin teşxîskirin
Kişanak: 'Operasyon qediyan, lê rûxandina Sûrê berdewam e'
Etîketan:
êrîş, rexne, teqîn, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê, HPG, Sûr, Amed, Mêrdîn, Qoser
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de